ROJEVA 7'Ê TÎRMEHA 2019'AN

  • 09:00 7 Tîrmeh 2019
  • Rojev
* Jina bi navê Beraa Hemdan a hestên xwe bi helbest û çîrokan rave dike diyar kir ku divê hemû kes li huner û çandê xwedî derkevin û wiha got:"Min dest bi nivîsa çîrokan kir û piştre her ku dem derbas bû min aliyê xwe yê helbestê jî pêş xist û bi demê re her ku çû nivîsandina min a helbestan pêş ket. Jiyana min bi hunerê xweş dibe. Ez pêşniyar dikim ku hemû kes li hunera xwe xwedî derkevin."
DÎMEN HEYE
 
*Lîstikvanên jin ên Taximê Futbolê yên Amedsporê anîn ziman ku  futbol navneteweyî ye û gotin:"Divê di futbolê de cudatiya ziman, ol û nîjad neyê kirin. Em ê wekî Amedspor dev ji futbolê bernedin û her li sehayan bin." DÎMEN HEYE
 
*Bi hinceta parvekirinên medyaya civakî li Vesîle Yuksel salek û 10 meh cezayê girtîgehê hatibû birîn. Vesile Yuksel a ku her du zarokên xwe ketibû girtîgehê, hat tehliyekirin. Vesîleya ku hat tehliyekirin got:"Li girtîgehê em gelek zehmetiyan rû bi rû hatin hiştin. Bi sedan zarok û dayikên wekî me hebûn. Li girtîgehê ji bo zarokan divê raya giştî bê 
avakirin." DÎMEN HEYE
 
* Bi pêşengiya Komeleya Jinan a Rosayê dê di 8 tîrmehê de bi dirûşma "Jin jiyane, jiyanê ne kuje" li kolanan dê flamayên bi rengên mor û reş daliqînin. Endama komeleyê Emîne Esmer, diyar kir ku li dijî qetilkirina jin û zarokan divê her kes tevlî çalakiyê bibe. BIDÎMEN