Komcivîna Navnetewî ya ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ di roja yekemîn de bi dawî bû

  • 20:12 6 Tîrmeh 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Komcivîna Navnetewî "DAIŞ: Rehend, astengî û stratejiyên rûbirûbûnê" a ku navçeya Amûdê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ hatiye li darxistin di roja yekem de bi  dawî bû.
 
Komcivîna navnetewî a ku ji bo darizandina çeteyên DAIŞ'ê li navçeya Amûdê girêdayê Kantona Qamişlo bi tevlîbûna bi dehan Akademisiyan, rewşenbîr,  siyasetmedar, lêkolînvan ji dewletên navnetewî û Rojhelata Navîn bi pêşkêşkirna belge filîmekî li ser terora DAIŞ  di roja yekem de  bi dawî bû.
 
Piştî nirxandinên Endama Koordinasyona Kongreya Star Foza Yûsif ji aliyê terora DAIŞ yên siyasî û dîrokî ve nîqaşên girîng derketin pêş li ser bandoriya ku vê terorê li  civakan kiriye û metirsiya ku di dilê wan de dabû çandin.  Her wiha di nîqaşan de bal hat kişandin li ser islamiyeta şaş a  ku DAIŞ dida ferzikirin û çawa terora xwe bi rengekî tarî belav dikir û di encamê de gelek mirov bûne qurbaniyên fikrê wan yê qirêj.
 
Endama Parlementoya Tirkiyê berê Hûda Kaya bi hatina xwe ji bo komcivînê wiha got: "Ji her deverên cîhanê rêxistinên teror derdikevin û li ser gelan tundiyê didin meşandin. Dema em qala terora DAIŞ'ê dikin divê em di nav de rewşa Rojhilata Navîn binirxînin.  Wextê DAÎŞ serê mirovan jêdikir gelek alî bêdeng diman heyanî ziyana DAIŞ'ê giheşte herêmê wan. Di nerîna min de DAIŞ dijminê jina ye, ji ber di her cûreyên tundiya wan de bêtirî xwe jin bûn ji bo wê jî gereke em van jinan ji tundiya wan biparêzin."
 
Di dawiyê de belge filîmeke li ser  terora DAÎŞ'ê û têkilyên di navbera wan û Tirkiyê de hat pêşkêşkirin. Roja yekemîn  komcivînê  bi dawî bû
.
Hêjaye gotinê ku wê komcivîn du rojên din jî berdewam bike.