Foza Yûsif: Rêveberiya Xwerseriya Demokratîk dikare bibe numûne li tevahî herêmên li Sûriyeyê

  • 20:11 6 Tîrmeh 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Komcivîna Navnetewî ya bi navê "DAIŞ: Rehend, astengî û stratejiyên rûbirûbûnê, bi nirxandinên Foza Yûsif, didome.
 
Yekemîn Komcivîna Navnetewî bi armanca dadgehkirin û derizandina Çeteyên DAIŞ'ê di pêşengitiya Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk  (NLRS) bi tevlîbûna bi dehan Akademisyan, lêkolînvan, rewşenbîr, siyastmedar ji deweletên Navnetewî û Rojhilata Navîn, li hola Beylesan a Navçeya Amûdê ya Kantona Qamişloyê, masaya yekê bi nirxandinên Endama Koordinasiyona Kongreya Star Foza Yûsif didome. 
 
'Cihê ku em dest pê bikin Netewa Demokratîk e'
 
Foza di dest pêkê de  tevahî têkoşerên ku hovîtiya DAIŞ'ê têk birin bibîr anî û tevahî şervanên ku perçeyek ji canê xwe dan  silav kir û wiha got: "Netewa demokeratîk projeya mayînde û bi nirxe. Mirov û civaka ku rastiya xwe winda kiriye û rewşekê dijî, rastiyên dîrokî DAIŞ'ê dixwaze têk bibe, gelo çawa DAIŞ karîbû ewqas Erdnîgariyê bidest bigere di demek kurt de. Civakên li herêmê pir aloz bûbûn û ne rêxstinkirîbûn, ji lewra nikarîbûn li himberî DAIŞ'ê li ber xwe bidin. Nejadperestî û olperstî parçeyek ji canê wan xwarin.  Van çeteyan hovitiyek avakir navê wê DAIŞ bû.Ya girîng em zanibin ji ku dest pê bikin? cihê ku em jê dest pê bikin ew e Netew Demokratîke.  Sîstemek dîmokratîk siyasî, aborî û dipomasî avabikin, projeya netewa demokeratîk ya Rêber Apo dikare bibe numuneyek herî baş li tevahî herêmên Sûriyeyê û herêmê biparêze û ber bi parastina çand ve biçe." 
 
'Netewa demokratîk jiyana hevpeş û wekhev e' 
 
Fozayê wiha dom kir: "Li gorî tiştên ku li herêmê hat jiyan kirin ger em dixwazin Netewa Demokratîk nasbikin bi awayekî demokratîk aşîtî, hevpeşî, hevkarî û wekheviya gelên li herêmê ye. Di dewletên navnetewî de nejadperstî li pêş e, lê belê di netewa Demokratîk wekhevî, yekîtî û hevkariya gelan li pêş e. Armanca Netewa demokratîk civaka ji nû ve avakirin li ser bingehekî pir reng, pir çand , pir ol e. Rola Akademiyên Civakî sereke ye di pêşxisina civakê. Beşdarbûna tevahî pêkhateyên wê pêşxistina jiyana hevpeş bûne, ev yek bi hesanî naye, lê ji vir em dikarin dest pê bikin, hişmendiya DAIŞ'ê çandiye tune bikin. Eger em bixwazin civakek dirûst ava bikin, divê ku civakê perwerde bikin, ji ber mirov berî niha tenê du alî didît yan divê bi Rêjîma BAAS re be yan jî Xayîn be, diyare ku pêwîstiya me bi sîstemekê ku civakbûyînê pêk bîne û demokasiyê bibejirîne, ji bo misogerkirina mafê kes yê niştecihbûyînê , pir giringe ku kesayeta demokratîk û azad were avakirin."
 
'Pêwîstî bi sîstemek perwerdê nû ya civakê heye'
 
Fozayê di dirêjahiya nirxandinên xwe de wiha got: "Beşdarbûna ciwanan ji çeteyên DAIŞ'ê re  li gorî rewşa aborî li herêmê bû. Li Sûriyê her tişt navendî bû û bi rêveberiya Şamê ve girêdayî bû, ev sedema ku teqîna gelêrî li Sûriyeyê çêkir."