'Divê em civakê perwerde bikin'
- 17:24 6 Tîrmeh 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Komcivîna Navnetewî" DAIŞ: Rehend, astengî û stratejiyên rûbirûbûnê"ya ku li Qamişloyê dest pê kiribû berdewam dike. Beşdaran di komcivînê de dest bi şîrovekirina maseya xwe ya yekemîn a di aliyên dîrokî û siyasî yên terora DAIŞ'ê kir.
Komcivîna Navnetewî "DAIŞ: Rehend, astengî û stratejiyên rûbirûbûnê" a ku li naveçeya Amûdê li Kantona Qamişlo tê li darxistin ji bo darizandina çeteyên DAIŞ'ê , bi maseya xwe ya yekemîn di derbarê şîrovekirina milên dîrokî û siyasî yên terora DAÎŞ' ê didome.
Maseya yekemîn ji aliyê moderatorê semînerê Silêman Ilyas ve hat birêvebirin . Semînervanên şîrovekar wiha ne: Foza Yûsif, Dr. Azad Elî, Dr. Maykil Rûbin , Dr. Beyar Doskî û Dr. Celal Zenatî.
Naveroka semîneran wiha ye:
"Tevgerên Îslamî yên Selefî gelek alozî li Sûriyê bi xwe re anîn. Belgeya selefî di destpêka derketina xwe de bi hin civakên erebî derket. Birayên misilman hatin damezrandin li ser esasê komeleyeke islamî û civakeke islamî, pêre hereketên tûnderewtiyê derketin û dezgeha xwe yî leşkerî ava kirin. Em dikarin bêjin tevî şerê siyasî û fikrî yê girtî sembola wan jî tenê ol ,dewlet û şûr bû, roleke mezin ji bo damezrandina tundiya islamî leyistin û tu aliyên netewiyetê qebûl nedikirin. Hereketên cîhadî ji sedsala 20'an de asteke nû ji tundiyê derxist holê, gel komî ser hev dikirin da ku li himberî Israyilê bisekine. Bi hemû hewildanên xwe xwestin islama cîhadî ava bikin. Bi damezrandina tîma leşkerên islamî li Sûriyê şerê BAAS'î ew gava yekemîn bû. Ew şerê derket holê di navbera Sûnî û Elewiyan de di encamê de herdû beşên partiya BAAS li Sûriyê bi hev ketin û dest bi karê terortiyê kirin.
Ji bo em bibin hêza ku li himber DAIŞ'ê li ber xwe da ye û rûmeta civakan biparêzin , divê em siyaseta nerm bidin meşandin û civakê ji nû ve ava bikin û perwerde bikin.
Siyaseta DAIŞ'ê xwe dispêre komkojiyan. Dewleta Tirkiyê bi grûbên radîkal re li hev kirin. Bandora DAIŞ'ê a ku li ser gel hat kirin di van deman de hesasiyeteke mezin bi xwe re anî. Di van deman de demokrasî pir girîng e ew jî bi modela Rêveberiya Xweser dibe a ku tevahî Gelên Sûriyê di nava xwe de himbêz dike. Dewleta tirk li Rojhilata Navîn fireh bike Efrin dagir kir û gelê wê ji warê wan koç kir. Ji bo nifşên nû siyaseteke demokratîk pêwist e. Eger tiştên di hindirê Tirkiyê de çêdibin em binirxînin em dibînin ku hêza wê jî ji aliyê siyasî ve nemaye . Em dikarin pirsgirêkan çareser bikin, lê hewldanên gelek aliyan tune ne."
Maseye yekem bi pirs û bersivan didome û niha jî dê nirxandinên Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif dest pê bike.