'Perwerde bingeha civaka pêşketî û polîtîk e'
- 16:21 6 Tîrmeh 2019
- Rojane
Fîdan Ebdullah
ŞEHBA - Bi pêşengtiya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) perwerdeyek birdozî ji mamosteyên Kantona Efrînê re li Kantona Şehbayê di 2'ê Tîrmehê de dest pê kir. Mamosteyên ku beşdarî perwerdeyê bûn wiha gotin:"Perwerde bingaha civaka pêşketî û polîtîk e."
Bi pêşengtiya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) perwerdeyek birdozî ji mamosteyên Kantona Efrînê re li Kantona Şehbayê di 2'ê Tîrmehê de dest pê kir. Bi beşdarbûna 43 mamosteyên jin li akademiya şehîd Têkoşîn dewreya bi navê şehîd Eylem hat vekirin. Waneyên ku tên dayin: Wate û girîngiya perwerdê, Felsefe, Civaka Xwezayî, Çand û Exlaq, Kapîtalîzm, Dîroka jinê, Netewa Demokratîk û desthilatdarî ye. Mamosteyên ku tevlî perwerdeyê bûne nêrînên xwe parve kirin.
'Em ê tim û tim zimanê xwe zindî bikin’
Mamoste Ezîme Mistefa li ser girîngiya perwerdeyê axivî û got: "Dewleta Tirk her tim zimanê dayikê bi êrîşên xwe hedef digire, lê em rê nadin dewleta Tirk ku me tune bike. Ji bo em xwe di aliyê fikrî de xurt bikin em tevlî dewreya perwerdeyê bûn. Em ê tim û tim zimanê xwe zindî bikin."
'Em ê berxwedana xwe bidomînin heya em digihêjin armanca xwe'
Ezîme herî dawî bal kişand ser zimanê zikmakî û wiha got: "Ji bo em xwendekarên xwe li ser zimanê dayikê perwerde bikin, em ê weke mamoste di rêya perwerdeyan de derbas bibin. Di bin şert û mercên zehmet de jî em ê hebûna xwe bi zimanê xwe bidin diyarkirin. Bersiva herî mezin ji dewleta Tirk re ew e ku em bi zimanê xwe em biaxivin. Çanda me heye û kes nikare hebûna me tune bike. Her em ê xwe bi pêş bixin heya em digihêjin civakeke azad û zanist."
'Perwerde cihê fêrbûnê û zanebûnê ye'
Her wiha endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Bêrîvan Mistefa wiha got: "Divê jin ji mal derkevin û hêza xwe di her aliyê de nas bike. Wek Rêber Apo jî destnîşan dike 'Heya jin azad nebe, civak jî azad nabe' perwerde cihê fêrbûn û zanebûnê ye."
'Em ê xwedî li zimanê xwe derkevin'
Mamoste Lîlav Henan jî diyar kir ku ew ê her dem li zimanê xwe xwedî derkevin û wiha dewam kir: "Bandora zihniyeta desthilatdar em ê bi perwerdeyê vala derbixînin. Em mamoste soz didin em ê her û her berxwedana xwe li hember kesên ku dixwazin zimanê me qir bikin bidomînin."