Ji bo zaroka 15 salî kampanya

  • 15:58 6 Tîrmeh 2019
  • Rojane
RIHA - Ji bo zaroka bi navê N.Z.A a ku bi malbata xwe re ev 10 roj in di bin çavan de ye Navenda Mafê Mirovan a Baroya Rihayê dest bi kampanyaya "birçocuk12güngözaltındakalamaz-urfadakanunrafta" kir. 
 
Di 27'ê Hezîranê de li Navçeya Serêkaniya Rihayê di encama serdegirtina malan de Endama Meclîsa Şaredariya HDP'ê Dîlan Ablay, Sevim Ablay, Muhlis Ablay, Baran Ablay û xweşka wan a ji 18 salî biçûkir Nazlican Zilan Ablay hatibûn binçavkirin û 4 rojî dema binçavkirina wan hatibû dirêjkirin. Di navbera dadger û parêzeran nîqaş derketibû û parêzeran anîbûn ziman ku li gor zagonên Tirkiyeyê û li gor zagonên navneteweyî ji ber Nazlican Zîlan ji 18 salî biçûktir e divê dema binçavkirina wê neyê dirêjkirin. Bi dirêjbûna nîqaşê parêzeran cubbeyê xwe li odeya dadgeran hişt û edliye terk kirin. Ji bo zaroka bi navê N.Z.A a ku bi malbata xwe re ev 10 roj in di bin çavan de ye Navenda Mafê Mirovan a Baroya Rihayê dest bi kampanyaya "birçocuk12güngözaltındakalamaz-urfadakanunrafta" kir. 
 
Her wiha 10 kesên din ên ku di bin çavan de ne roja wan a binçavkirinê ew ê du rojên din jî bên dirêjkirin. 
  
Ji bo mexdûriyeat N.Z.A bi dawî bibe ji aliyê Navenda Mafê Mirovan a Baroya Rihayê kampanyaya "birçocuk12güngözaltındakalamaz-urfadakanunrafta" dest pê kir. 
 
Ji parêzerên baroyê Sevda Çelik Ozbingol li ser hesabê xwe yê civakî parvekirinek wiha kir:"Dadgeh li zagonan tev nagera û zaroka 15 salî bê parêzer darizandiye. Li derek ku mafê zarokan tê binpêkirin ew ê kî yê bibêje li gor zagonan tev bigere."