Dayikên Şemiyê cara 745'an li aqûbeta windahiyan pirsîn

  • 15:32 6 Tîrmeh 2019
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiye di hefteya 745’an de aqûbeta Gokhan Turkmen, Yasîn Ugan, Ozgur Kaya, Erkan Irmak, Mustafa Yilmaz û Salîm Zeybek ên di meha sibatê de hatin binçavkirin û windakirin pirsîn. 
 
Dayikên Şemiyê bi boneya kujer bên darizandin û winda bên dîtin çalakiya xwe ya Qada Galatasarayê di hefteya 745’an de berdewam kirin. Dayikên Şemiyê ku xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin, dîsa rastî astengiyên polîsan hatin. Dayik piştî rastî astengiya polîsan hatin dîsa li Kolana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) kom bûn û dîsa di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan û aqûbeta windayan pirsîn. Di çalakiya vê hefteyê de parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu, Parlamenterê HDP'ê Alî Kenanoglu û nûnerên gelek rêxistinên civakî amade bûn. Xizmên windayan dîsa tîşortên ku wêneyên windayan û qurnefil li ser heye li xwe kirin û wêneyên windayan û qurnefil rakirin. Dayikan vê hefteyê aqûbetna Gokhan Turkmen, Yasîn Ugan, Ozgur Kaya, Erkan Irmak, Mustafa Yilmaz û Salîm Zeybek ên di meha sibatê de ji aliyê eskeran ve hatin binçavkirin û piştre agahî ji wan nehat girtin pirsîn. 
 
Endama Komîsyona Li Dijî Binçavkirinan a ÎHD'ê ya Stenbolê Sebla Alcan daxuyanî xwend. Sebla, anî ziman ku 745 hefte ye ne tenê ji bo kesên hatin binçavkirin û windakirin, di heman demê de ji bo ku êdî kes winda nebin têdikoşin û wiha got: “Binçavkirina veşarî û windakirina di bin çavan de warê îşkenceyê ye. Ev yek bi tu awayeyî nayê qebûlkirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Bêdengiya li hemberî vê yekê sûc û şirîkatiya sûc e. Em ê tu carî li hemberî vê yekê bêdeng nemînin. Hemu kesên xwedî rûmet û wîcdan divê bêdeng nemînin. Emê her dem ji bo mafê mirovan têbikoşin." 
 
Sebla , anî ziman ku di navbera 7 û 21'ê Sibatê de Gokhan Turkmen, Yasîn Ugan, Ozgur Kaya, Erkan Irmak, Mustafa Yilmaz û Salîm Zeybek revandin û li gel hemû lêgerîna malbatan encam bi dest nexistin. Sebla, anî ziman ku kesên hatin revandin bi maşîne Transporter hatin revandin. Li gori şahidan kesên xwe wekî memûrê dewletê pênase kirin revandin. Em di hefteya 745'an li gel malbatên Gokhan Turkmen, Yasîn Ugan, Ozgur Kaya, Erkan Irmak, Mustafa Yilmaz û Salîm Zeybek in. Li gel ku malbatê serî li hemû rayedaran dane jî dîsa aqûbet ne diyar in. Windakirin bi tu awayî ne rewa ye û nayê qebûlkirin. 
 
Sebla, bang li Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul jî kir û xwest quralê hiqûqê pêk bînin û wiha got: "Em dixwazin der barê kesên hatin revandin de lêpirsînek bi bambor bê destpêkirin. Em bang li Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan dikin. Em dixwazin bi lez û lêpirsinek berfireh bidin destpêkirin. Van kesên mirov revandine bên darizandin. Em dipirsin ku Gokhan Turkmen, Yasîn Ugan, Ozgur Kaya, Erkan Irmak, Mustafa Yilmaz û Salîm Zeybek li ku ne? 
 
Gokhan Turkmen, kîmyagerê Saziya Donatima Zîraî ya Tirkiye (TZD) bû. Turkmen, piştî darbeya 15'ê Tîrmehê bi KHK'ê hat îxrackirin. Di 9'ê Tebaxa 2016'an de 4 polisan li mala wî ya Enqere lêgerin kirin. Polîsan ji hevjina wî Selda Turkmen re got 'der barê hevjînê te de biryara girtinê heye. Piştre 6-7 polîsê tîmên tevgera taybet ji bo Gokhan Turkmen bibin hatin malê. Gokhan di 2'ê Sibata 2019'an de li malbatê geriya û got "Ger ku êdî hûn agahî ji min nestînin serlêdana sûc bikin. Di 7'ê Sibata 2019'an de çû mala bavê xwe ya Antalya, Piştî ji mal derket carek din agahî jê nehat girtin. 
 
Piştî darbeya 15'ê Tîrmehê de der barê wî de biryara girtinê hat dayîn. Yasîn Ugan û Ozgur Kaya neçar man ji malê biqetin. Di 13'ê Sibata 2019'an de saet di 15.00- 16.00'an de ji aliyê kesên xwe wekî polîs dan nasandin ve hatin revandin. Ugan û Kaya dest kelepçe kirin û birin. Buyer li pêş çavê wilatiyên taxê pêk hat. Ji wê demê heta niha hewldanên malbatê bê encam ma. 
 
Erkan Irmak ku mamoste bû, li Umraniye ya Stenbolê dijiya. Der barê wî de biryara girtinê hebû. Saet 23.00'ê şeva 16'ê Sibatê piştî ji malê derket li kolana Îstiklalê ya Umraniye 2 kes ketin milê Erkan Irmak û ew revandin. Piştî wê roja ku buyer li pêş çavê hevjîna wî pêk hat carek din agahî ji Erkan Irmak nehat girtin. Hemû serlêdanên malbatê bê encam man. 
 
Mustafa Yilmaz ku Fizyoterapist bû û 33 salî bû, mala wî li Enqereyê bû. Di 9'ê Cotmeha 2018'an de ji ber Bylockê hat girtin û di 8'ê Sibata 2019'an de hat berdan. Mustafa Yılmaz, di 19'ê Sibata 2019'an de dema çû kar carek din agahî jê nehat girtin. Tevi hemû hewldanên malbatê agahî ji Mustafa Yilmaz nehat girtin. 
 
Mala Salim Zeybek li Enqereyê bû. Li Saziya Teknolojiyên Agahiyan kar dikir. bi KHK'a OHAL'ê hat îxrackirin. Piştî der barê wî de biryara girtinê hat dayîn ji malê qetiya. Di 21'ê sibata 2019'an de dema hevjîna wî çû ew li Stenbolê ziyaret kir û bi maşîneyê seyahat dikirin, kesên çekdar pêşiya erebeya wî birîn û ew ji erebeyê derxistin û revandin. Carek din tu agahî jê nehat girtin."