Xizmên Windayan: Bila dewlet arşîvên xwe veke û kujeran eşkere bike

  • 14:28 6 Tîrmeh 2019
  • Rojane
AMED / ÊLIH - Xizmên Windayan û parêzvanên mafên miorvan di çalakiyên li Amed û Êlihê de ku li dar xistin Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin ê 28 sal berê hat qetilkirin bibîr anîn. Di daxuyaniyan de hat gotin ku hêj kujerên Aydin tên parastin û dê destên wan di qirika qatilan de be. 
 
Rêveberên Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Amed û Êlihê û Xizmên Windayan ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kujeran derbixin holê û bên darizandin çalakiyên xwe yên heftane domandin. Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 543’yemîn de li avahiya ÎHD’ê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin û wêneyên windayan hildan. 
 
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Racî Bîlîcî di çalakiya vê hefteyê de axivî û got 543 heftene ew li aqûbeta windayan dipirsin û dixwazin kujer bên darizandin. 
 
Racî bi bîr xist ku meha tîrmehê meha qetilkirina Serokê Rêxistina Partiya Kedê ya Gel (HEP) a Amedê Vedat Aydin ê di 5’ê Tîrmeha 1991’an de hat windakirin û di 7 tîrmehê de cenaze wî hat dîtinê ye. Bîlîcî anî ziman ku dewlet kujerên Vedat Aydin ê rêveberê ÎHD’ê û parêzvanê mafê mirovan û siyasetmedarek serbilind bû baş dizane û got: “Vedat Aydin tu demê ji dest ji heqîqet û parastina mafên mirovan berneda. Di serdema hovîtî li ser kurdan pêk dihat Vedat Aydin rol û mîsyona xwe baş leyîst. Lê nehiştin xebata xwe bike û wî qetil kirin. Îro li vê salona em çalakiyê lê dar dixin jî navê wê Vedat Aydin e. Em jî soz didin Vedat Aydin û hemû windayan em ê kêliyekî dest ji vê dozê bernedin. Hûn her tim di bîra me de ne û hûnê qet ji bîra me dernekevin. Bila dewlet arşîvên xwe veke û kujeran eşkere bike.” 
 
Parêzer Gurbet Yavuz a Rêvebera Şaxa ÎHD’ê jî çîroka qetilkirina Vedat Aydin xwend û qala bûyerê kir. 
 
Piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xistin. 
 
Êlih
 
Rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û Xizmên Windayan li Êlihê jî di hefteya 449’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li avahiya ÎHD’ê li dar xistin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Ayşe Acar Başaran, parêzvanên mafên mirovan, parêzerên endamên Komeleya Ji Bo Azadiyê Hiqûqnas (OHD) û xizmên windayan beşdar bûn û wêneyên windayan hildan. 
  
Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Denîz Rumeysa Kaya daxuyanî xwend û bal kişand ser qetilkirina Vedat Aydin. Kaya da zanîn ku bi ser kuştina hovane ya Vedat Aydin de 28 sal derbas bûn û wiha got: “Kujerên wê hovîtiyê hêj tên parastin. Wê destê me di qirika kujeran de be. Em bejna xwe li ber dostê hêja Vedat Aydin û kesên di merasîma cenazeyê wî de jiyana xwe ji dest dan ditewînin û bibîr tînin.” 
 
Piştî axaftina Kaya 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk hat.