Baroya Rihayê: Darizandina zaroka bê parêzer nayê qebûlkirin
- 14:22 6 Tîrmeh 2019
- Rojane
RIHA - Li Serêkaniyê di meha hezîranê de Endama Meclîsa Şaredariyê ya HDP'ê Dîlan Ablay û malbata wê di encama serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin û dema binçavkirina wan 4 rojî hatibû dirêjkirin. Baroya Rihayê bertek nîşanî dirêjkirina dema binçavkirinê û binçavkirina zarokê bû û got:"Dadgeran bi awayekî bêhiqûqî, bê parêzer zaroka 15 salî darizandiye. Ev yek nayê qebûlkirin."
Di 27'ê Hezîranê de li Navçeya Serêkaniya Rihayê di encama serdegirtina malan de Endama Meclîsa Şaredariya HDP'ê Dîlan Ablay, Sevim Ablay, Muhlis Ablay, Baran Ablay û xweşka wan a ji 18 salî biçûkir Nazlican Zilan Ablay hatibûn binçavkirin û 4 rojî dema binçavkirina wan hatibû dirêjkirin. Di navbera dadger û parêzeran nîqaş derketibû û parêzeran anîbûn ziman ku li gor zagonên Tirkiyeyê û li gor zagonên navneteweyî ji ber Nazlican Zîlan ji 18 salî biçûktir e divê dema binçavkirina wê neyê dirêjkirin. Bi dirêjbûna nîqaşê parêzeran cubbeyê xwe li odeya dadgeran hişt û edliye terk kirin.
Baroya Rihayê derbarê mijarê de li ser medyaya civakî daxuyanî da û got:"Dadgeran bê parêzer bi awayekî bê hiqûqî zaroka 15 salî darizandine. Ev yek nayê qebûlkirin. Zaroka bi navê Nazlican Zîlan Ablay a 15 salî ev 10 roj in li Rihayê di bin çavan de tê girtin. Divê dawî li pêkanînên kêfî bê anîn. Em ê wekî komisyona zarokan şopdarê vê yekê bin."