Komcivîna ji bo darizandina DAÎŞ'ê didome

  • 12:15 6 Tîrmeh 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Komcivîna Navnetewî ya bi navê"DAIŞ: Rehend, astengî û stratejiyên rûbirûbûnê" a ku Qamişloyê dest pê kir, bi guhdarkirina kesên bûne şahidê terora DAÎŞ'ê, didome. 
 
Komcivîna Navnetewî ya bi navê "DAIŞ: Rehend, astengî û stratejiyên rûbirûbûnê",  a ku li hola Beylesan ya Navçeya Amûdê ya Kantona Qamişloyê  hatiye lidarxistin bi tevlîbûna bi dehan akademisyen, rewşenbîr,  siyasetmedar, lêkolînvan ên ji dewletên navnetewî û Rojhilata Navîn bi guhdarkirina kesên bûne şahidê terora DAÎŞ'ê, didome. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin, axaftina vekirinê ji aliyê D.R Ehmed Sîno ve  hat kirin. Ehmed got: "Yek ji armanca vê komcivînê ew e ku em alîkariyê bi kesên ku zirar ji DAÎŞ'ê dîtine bikin û endamên DAÎŞ'ê bên darizandin. Her wiha yên alîkariya vê terorê kiriye jî divê bên darizandin. Ev komcivîn dê xizmeta civak, welat û herêmê bike."
 
Piştre sinevizyona li ser terora DAÎŞ'ê ya 15 deqeyan hat temaşekirin. Piştre kesên bûne şahidê terora DAÎŞ'ê, hatin guhdarkirin. 
 
Meqbûla Şengar , Sûaad Mûrad ji Şengalê, Nasir Elsebha ji Dêrezorê, Alcîn Ibrahîm  ji Kobanê, Cewad kisasîbe, Fayiz Ezîz , her wiha wê çend malbatên pekrawanên pêşmerge guftugoh bikin. 
 
Şahida destpêkê Meqbûla ya ji Şengalê zilma destê DAIŞ'ê dîtiye wiha got: "Ez ji destê DAIŞ'ê hatima rizgarkirin. Li Şengalê ji sala 2014'an ve  malbatên me girtin û li wê derê malbatên me li pêşiya çavê me kuştin. Dixwestin  Êzidîyan tune bikin. Gelek zehmetî  me kişandin em vê yekê ji bîr ve nakin, merheleyek gelek zehmet bû. Jinên Êzîdî kom kirin û wan birin heyanî zarok birin û kuştin. Wehşetek mezin li ser  me dan meşandin, em bi zorê birin jinên temen mezin  jî bi me re hebûn, ji me re digotin divê hûn werin kuştin. Heta niha em tiştekî li ser gelek  malbatên  xwe nizanin. Ez gîham dayika xwe, lê bi zehmetiyeke mezin. Destpêkê  em birin gundên Tirkan li til Efer paşê em firotin Sûriyê. Emîrê DAÎŞ jinên Êzîdî ji xwe re dibirin, li Idlibê jî em firotin rojek bê zehemetî derbas nebû.  Gelek caran ez bi xwe û van jina difikirîm çima wisa li me hat. Li  sûka nexasê de em firotin navê sebaye li me kirin, wêneyên jinan li sûkê daliqandibûn, ji bo ku ji xwe re hilbijêrin, hin jin hebûn 15 caran dihatin firotin. Ez nikarim gelek caran biaxafim. Tiştê DAIŞ'ê bi serê me de anî em dixwazin DAIŞ bi tund were darizandin. Em li Baxozê man gelek caran me xwest em birevin, lê her carekê em dihatin girtin heyanî şervana em rizgar kirin. Em spasiya Şervanan dikin. Me ji destê çeteyan rizgar kirin. Şervanan bedelên giran dan heyanî hiştin ku îro ez azadiya xwe himbêz bikim."
 
'Tola bi hezaran jin û keçên Êzidî min girt'
 
Sûad Mûrad a ji Şengalê jî wiha got: "Ji ber ku Êzîdî bê parastin bûn komkujî bi ser me hat. Em di Reqayê di zindanê de bûn bi hezaran jin, zarok û dayik di zindanên wan  de hebûn. Îşkence bi me kirin û me firotin.  Dema em di  zindanê de  man zarok û dayik ji hev dihatin qutkirin. Gelek îşkence li ser me dihat kirin jinên Êzîdî rastî tundiyê dihatin kirin. Bi dehan caran em dihatin firotin ji bo ez tola xwe û jinên Êzîdî rakim ez tevlî şervanên YJŞ'ê bûm. Ez jî beşdarî rizgarkirina Reqayê bûm. Min tola xwe li Reqayê hiland û tola bi hezaran jin û keçên Êzidî min girt."
 
Jina ji Pirsûsê Sîbîl Leşîk wekî şahidê tundiya DAIŞ'ê  ya teqîna  Pirsûsê wiha axivî û got: "Ez li Pirsûsê bûm şahidê tundiya DAIŞ'ê, dema êrîş li ser Kobanê di 20'ê Tîrmehê de hat kirin wekî piştgirî ji Kobanê re em daketin ser sînor. Çeteyan xwe bi me de teqand li ser sînor tişta ku li me hat kirin, bi alîkariya destê Tirkiyê jî bû bi dehan hevalên me şehîd bûn." 
 
Jina ji Kobanê Alcîn Ibrahîm  wiha bûyera xwe şîrove kir : "Divê DAIŞ were darizandin  di saetên sibê de êrîşî me kir di fikra min de Sirîn ji çeteyan hat rizgarkirin, lê çend deqe derbas ne bû û DAIŞ malbata min hemû kuştin."
 
Komcivîn didome….