Komcivîna ji bo darizandina DAÎŞ'ê dest pê kir

  • 10:01 6 Tîrmeh 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Komcivîna Navnetewî ya bi navê "DAIŞ: Rehend, astengî û stratejiyên rûbirûbûnê, dest pê kir.
 
Di pêşengtiya Navenda Rojava ya Lêkolînên stratejîk (NLRS), Komcivîna Navnetewî ya bi navê "DAIŞ: Rehend, astengî û stratejiyên rûbirûbûnê", li hola Beylesan ya Navçeya Amûdê ya Kantona Qamişloyê dest pê kir. Komcivîn dê sê rojan bidome û wê 7 mase werin dayîn. Bi tevlîbûna bi dehan akademisyen, rewşenbîr,  siyasetmedar, lêkolînvan ji dewletên navnetewî û Rojhilata Navîn ew ê komcivîn pêk were.  Tê zanîn ev komcivîn bi armanca dadgehkirin û darizandina çeteyên DAIŞ'ê ye. 
 
Bernameya roja yekem wiha ye:  
 
Pêşwazî. Gotina navenda NLRS'ê ya destpêkê. Pêşkêşkirina sinevizyonek der barê terora DAIŞ'ê de.  Guhdarkirina li hin şehadetên zindî yên qurbaniya terora DAIŞ'ê. Gotinên mêvanên rûmetê. Vekirina pêşengehekê şêwekariyê û wêneyên şewqê yên girêdayî terora DAIŞ'ê. 
 
Maseya Yekemîn: Ev mase ji aliyê Dr. Silêman Îlyas ve dê bi birêvebirin. Milên dîrokî û siyasî yên terora DAIŞ'ê digire dest. Wê ji hêla semînervan: Dr: AZAD Elî, Dr: Maykil Rûbin, Dr: Beryar Mıstefa Doskî, Dr Celal Zenatî were dayîn. Paşê wê Endama Koordinasiyona Kongreya Star Foza Yûsif nirxandina bikê. Belgefilmekî der barê DAIŞ'ê de ew ê bê pêşkeşkirin.