'5 meh in ez ji kurê xwe agahiyê nagirim'

  • 09:07 6 Tîrmeh 2019
  • Rojane
ENQERE - Nevîn Yilmaz diyar kir ku kurê wê poşet xistine serê wî û bi wesayîtek reş a transporter û revandine û got 5 meh in agahî jê nagirin. Nevînê got polîsan serlêdana wan a windabûnê jî negirtiye. Nevînê got heta niha wan windabûnên li ser erdnîgariya Kurd hatine jiyîn fêm nekirin.
 
Di dema OHAL’ê de polîtîkayên revandin, îşkence û sîxurtiyê di rojevê de bûn û piştî OHAL’ê jî bi îdiaya endamên Cemaata Gulen in hat îdiakirin ku 8 kes hatine revandin. Di meha îlonê de jî Ayten Ozturk ji Lubnanê anîn û 6 mehan derveyî qeydan di bin çavan de hat girtin û piştî îdiayên îşkenceyê li dadgehê anî ziman, berê her kesî dîsa li îşkence û revandinan bû.
 
Jina bi navê Nevîn Yilmaz diyar kir ku kurê wê Mustafa Yilmaz di 15’ê Sibatê de ji ber kargeriya wî ya Elvankentê hatiye revandin û 5 meh in agahî jê nayê girtin. Nevînê got kurê wê li navendek tenduristiya taybet wek fîzyoterapîst dixebitî û di 16’ê Sibatê de dema diçû kar hatiye revandin û ji wê rojê tu agahî jê nehatiye girtin.
 
‘Piştî 3 meh girtina wî hatibû berdan’
 
Nevînê destnîşan kir ku bi hinceta di telefona kurê wî de bylock û hesabê Bank Asyayê hebû, di meha cotmehê de hatiye girtin 3 mehan girtî maye û di 8’ê Çile de hatiye berdan. Nevînê ev tişt vegot: “Kargeriya wî ew ji nû ve girtin kar. Kurê min tu car di saziya dewletê de nexebitî. Ji ber Bank Asya nêzî taxa me bû ji xwe re hesab vekir. Eleqeya wî evqas bû.”
 
‘Polîsan serlêdana qeyda windabûnê negirt’
 
Nevînê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me agahî jê negirt em ketin gumanan. Bûka min geriya. Got Mustafa hatiye mala we. Em çûn kargeriyê li wir tunebû. Em çûn gel polîs. Polîs wê rojê serlêdana me negirt. Em sê rojan çûn buroya windayan. Buro hat li dora kargeriyê lêkolîn kir. Polîsan got roja Mustafa winda bûye saet di 08.15’an de metro bi kar aniye. Got qert lê daye. Ger qert bi kar anîbe wê demê çima di kamerayê de dîmen tune ye. Li her derê kamera û mobesa heye. Di otobusên heman saetê ji wir derbas bûne jî dîmenê Mustafa tune ye. Em li kargeriya wî geriya. Em li avahiyên înşaatê, xaniyên vala yek bi yek geriyan. Me wêneyên wî li her derê daliqand. Me li cihekî nedît. Polîsan got em li dora kargeriyê sînyalên telefona wî digirin. Me li cihê sînyal hat lêgerîn kir. Lê kurê min qet neçûye wir.”
 
‘Poşet dikin serê wî dikin transporterekî’
 
Nevînê daxuyakirin ku hevjînê wê piştî 20 rojan şûnde ji bufeyekê qeyda kamerayê xwestiye û got: “Bufeyê tenê dîmenên 3 deqeyî dan. Hevjînê min di qeyda kamerayê de ji montê wî kurê min nas kiriye. Me ev qeyd da polîs û parlamenteran. Du kes wî dikin navbera xwe û dibin. Mustafa ji derî derdikeve û yek li benda wî ye. Dema derdikeve silavê didin hev. Kesekî li pişt Mustafa poşet dikin serê wî. Mustafa naxwaze biçe. Wî kaş dikin. Wî dikin wesayîtek sipî. Li pişt jî du wesayîtên reş ên trasporter hene. Ji wir şûnde Mustafa dikin transporterê.”
 
‘Polîs tu car eleqeder nebû’
 
Nevînê bi lêv kir ku polîsan hemû qeydên kameraya bufeyê negirtin û tu car eleqeder nebûne, her tim ew biçûk xistine. Nevînê her wiha got ew çend caran çûne meclîsê, parlamenter Sezgîn Tanrikulu û Omer Faruk Gergerlîoglu bi wan re eleqeder bûne û mijar anîne rojeva meclîsê. Nevînê wiha got: “Em çûn wezareta karê hundir lê me xwe negîhand Suleyman Soylu. Gotin em ê we bişînin cihekî têkildar. Piştre gotin çiyê zarokê we hebû. Me jî rewş vegot.”
 
‘Em nebûne hevkarê êşa wan’
 
Nevînê di dawiya axaftina xwe wiha got: “Li navenda Enqereyê zilm pêk tê. Heta niha em li dijî pêkanînên li erdnîgariya Kurd bê hestiyar tev geriyan. Wan ev rewş pir jiyane. Niha jî em dijîn. Ez ji wan lêborînê dixwazim. Me ew fêm nekirin. Me ew nas nekirin. Me tenê bi nêrîna xwe li wan mêze kiriye. Me serî li her derê da. Lê me encamek negirt. Ger em agahiyên ji kurê min negirin ez ê xwe li ber meclîsê bişewitînim.”