'Li hember armanc û berxwedana me xaniyên hilweşandî nabin asteng'

  • 09:04 6 Tîrmeh 2019
  • Rojane
Hesna Muhemed
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku koçberî kantona Şehbayê bûne û berxwedana xwe didomînin axivîn û gotin: "Bi berxwedanê em ê vegerin cih û warên xwe. Li hember armanc û berxwedana me xaniyên hilweşandî nabin asteng."
 
Jinên Efrînê yên ku li Gundê Til Qireha Şehbayê bi cih bûne derbarê têkoşîna xwe ya jiyanê de axivîn. Jinên ku Şehba veguhertine qada berxwedanê gotin:"Jiyan û berxwedan didome. Em ê tu carî nehêlin ku neyarên Gelê Kurd bigihêjin armanca xwe."
 
'Bi berxwedanê em ê vegerin cih û warên xwe'
 
Leyla Cefer a ji Efrînê û niha li Şehbayê bi cih bûye li ser berxwedana gel axivî û got: "Nêzî salek û nîv e em ji cih û warên xwe koçber bûne û di malên hilweşandî de bi cih bûne. Lê em dîsa jî tevî hemû zehmetiyên dijîn jî têkoşîna xwe didomînin. Çavên me tenê li rêya Efrînê ye. Ji bo vegera Efrînê em ê her zehmetiyê bikşînin. Bi berxwedanê em ê vegerin cih û warên xwe."
 
'Di bin malên hilweşandî de berxwedana me didome'
 
Her wiha dayika Gulê Cuma hestên xwe anî ziman û got: "Em li pey şopa pakrewanên xwe dimeşin û canê xwe fedayî fikira Serok Apo dikin. Em di bin xaniyên hilweşandî de berxwedana xwe berdewam dikin û heta dilopek xwîn di canê me de heye em teslîmkariyê qebûl nakin. Xwesteka me di jiyanê de azadiya Serok Apo û rizgarkirina xaka Efrînê ye."
 
'Malên xirab nabe asteng li hember armanca gelê Efrînê'
 
Cemîle Silêman a ji Gundê Şêrewa yê Efrînê ye û niha li gundê Til Qirehê yê Şehbayê bi cih bûye wiha got: "Em di xaniyên xirab de jiyana xwe didomînin. Em tu carî xwîna pakrewanên xwe li erdê nahêlin û serkeftin a Gelê Kurd e. Ev jî bersivek ji dijmin re ye ku tu tişt li hember berxwedana me nabe asteng. Li hember armanc û berxwedana me xaniyên hilweşandî nabin asteng."