ROJEVA 6'Ê TÎRMEHA 2019'AN

  • 09:00 6 Tîrmeh 2019
  • Rojev
 
* Jina bi navê Cemîle Muhemed a ji Efrînê û niha li Kampa Serdemê berxwedana xwe bi rengên cuda didomîne di derbarê têkoşîna xwe ya jiyanê de axivî. Cemîleyê got:"Jinên Efrînê ji bo vegerin ser axa xwe ji zehmetiyan re dibin bersiv û berxwedana xwe bi vîneke xurt didomînin. Jin ji tûnebûnê  hebûnê diafirîne." DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen Uyanik, diyar kir ku kongreya ku wê pêk bînin, wek xebateke ku hêza xwe ji gel digire, wek xebateke ku pirsgirêkên gel di navendê de ne dibînin. DÎMEN HEYE
 
*Jinên Efrînê yên ku koçberî kantona Şehbayê bûne û berxwedana xwe didomînin axivîn û gotin: "Bi berxwedanê em ê vegerin cih û warên xwe. Li hember armanc û berxwedana me xaniyên hilweşandî nabin asteng." DÎMEN HEYE
 
*Nivîskara Filandayî Mêrîm Hovîlya ya bi endamên Komalaya Newroz re civiya diyar kir ku armanca hevdîtina wê ya bi jinên Kurd re ew e ku têkliyan xurt bike û wiha got:"Ez dixwazim tekoşîna jinên Kurd nas bikim. Ez dixwazim rihê Şoreşa Jinên Kurd hês bikim."
 
*Nevîn Yilmaz diyar kir ku kurê wê poşet xistine serê wî û bi wesayîtek reş a transporter û revandine û got 5 meh in agahî jê nagirin. Nevînê got polîsan serlêdana wan a windabûnê jî negirtiye. Nevînê got heta niha wan windabûnên li ser erdnîgariya Kurd hatine jiyîn fêm nekirin.
DÎMEN HEYE
 
* Jinan diyar kirin ku piştî hilbijartinan zema ji bo motorîn, çay, şekir û xurekên din hatine kirin, ew bêzar kirine û nikarin biçin bazar û manavan. Jinan wiha gotin: “Gel ji ber xizaniyê têk çûye. Hikûmet jî ker û lal e.” DÎMEN HEYE
 
*Yek ji qadên xebata ku li pêş jinan wek karê mêran tê dîtin endezyarî ye. Jinên endezyar bi pirsa ‘tuyê bi pêlavê bilind çawa biçî şantiyê’ rastî astengiyan tên wiha gotin: "Li qadên, şantiyeyê, ofîsê zîhniyeta serdest a mêr heye."  DÎMEN HEYE
 
*Belgefîlma bi navê ‘Çîroka Evînê ya Sûriyeyî’ ji aliyê derhênerê îngîlîz Sean McAllîster ve hat çêkirin û di belgefîlm de, têkoşîna jinekê dayikekê ya ji bo ax, zarok û jiyana xwe daye vedibêje. 
 
*Der barê jinên Kizilcakoylu ku li dijî JES’an hewl didin gund û xwezaya xwe biparêzin, bi hinceta ‘mukavemeta cendermeyan’ lêpirsîn hat destpêkirin. Jinan diyar kirin ku cenderme ne gel, xwediyên şîrketê diparêzin. DÎMEN HEYE
 
*Hevşaredara HDP’ê ya Giyadînê Betul Yaşar ku ji aliyê polîsan ve hatibû derbkirin, diyar kir ku ev êrîş li dijî îradeya gel e û wiha pê de çû: “Em ê li dijî van êrîşan têbikoşin. Êrîşa li hember min girêdayî şîdeta li hember jinan e. Kurdbûna min, jinbûna min ji bo êrîşê sedemeke têr bû.” DÎMEN HEYE