Komxebata Perwerdehiya jinan didome

  • 08:58 6 Tîrmeh 2019
  • Rojane
WAN - Komxebata Perwerdehiya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP'ê li Wanê dest pê kir. Komxebata jinan  bi nîqaş û nêrînan di roja xwe ya duyemîn de do bi dawî bû.  
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Wanê dest bi Komxebata Perwerdehiya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk, kirîbû. Bernameya perwerdehiya komxebatê bi komxebata jinan berdewam kir. Komxebata jinan 2 rojan bi nêrîn û nirxandinên jinan berdewam kir. Di komxebata jinan de “Perspektîfa HDP’ê ya jinan”, Di herêmên xwecihî de modela jinan”, Polîtîkayên jinan” hatin nîqaşkirin. Piştî nîqaşan komxebatan jinan bi axaftinan di roja xwe ya duyemîn de bi dawî bû. 
 
Komxebata Perwerdehiya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP’ê dê îro bi tevlîbûna Hevserokê HDP’ê yê giştî Sezaî Temellî û bi tevlîbûna hevşaredaran berdewam bike. Dê rûniştina duyemîn de jî “Netewa Demokratîk”, Polîtikayên pratik”,”Komûn”,”Meclîsên Gel”,”Xebatên taxan”,”Şaredariyên Civakî” dê bên nirxandin. Bernameya Komxebatê dê heta 7'ê Tîrmehê bidome.