Li Enqere û Rihayê operasyon
- 17:02 5 Tîrmeh 2019
- Rojane
ENQERE - Li Enqereyê Hevberdevka HDK'ê Fatma Kiliçaslan û ji ciwanên HDK'ê Yahya Dag hatin binçavkirin. Derbarê dosyayê de de biryara nepeniyê hat dayîn.
Îro serê sibehê polisan li Enqereyê bi ser gelek malan de girt. Di serdegrirtina malan de Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Fatma Kiliçaslan û endamên HDK'ê Yahya Dag hatin binçavkirin. Ji ber ku derbarê dosyayê de biryara nepeniyê hatiye dayîn nayê zanîn ku Kiliçaslan û Dag ji ber çi hatine binçavkirin.
Li gorî agahiyên parêzaran endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmet Kaygin, Salîh Şahîn û Ferît Ak ku li Rihayê serê sibehê hatine binçavkirin jî dê bînin Enqereyê. Tê payîn ku îfadeyên kesên hatine binçavkirin bên dayîn.
Li aliyê din li gel ku agahî ji parêzeran re nehatiye dayîn jî Ajansa Anadoluyê (AA) têkildarî binçavkirinan weke "Li Enqereyê operasyona PKK/KCK'ê" nûçe derbas kir.