Dîsa binpêkirinên mafan û dîsa Girtîgeha Beşîkduzuyê
- 16:35 5 Tîrmeh 2019
- Rojane
TRABZON - Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Beşikduziyê piştî greva birçîbûnê ji girtiyan re xwarin nayê dayîn û heftê 3 rojan jî bi ser qawîşên girtiyan de tê girtin.
Girtîgeha Beşîkduzu ya Tîpa T a Trabzonê ji roja hatiye vekirin bi binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan di rojevê de ye. Girtiyên li girtîgehê ku bi rêya malbatên xwe rewşa xwe ji derve re ragihandin, diyar kirin ku ew ê tucarî li dijî tundiyê serî netewînin û banga hestiyariyê li raya giştî kirin.
Girtiyan diyar kir ku wan piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 26'ê Gulanê de dawî li çalakiya xwe anîne û ji wê rojê û şûnde yan ji girtiyan re xwarin nehatiye dayîn û an jî hindik hatiye dayîn. Herwiha girtiyan anî ziman ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve herî kêm di nava hefteyekê de 3 rojan bi ser qawîşande tê girtin, di dema lêgerînê de jî gitî tên tacîzkirin û di dema hevdîtina bi parêzer re jî girtî bi muameleya xirab re rûbirû tên hiştin.