Li Dihê zarokek di encama cismekî teqiya de birîndar bû
- 16:23 5 Tîrmeh 2019
- Rojane
SÊRT - Li bejahiya Dihê di encama cismekî ku nehat zanîn teqiya de zarokek birîndar bû.
Li bejahiya navçeya Dihê ya Sêrtê zarokê bi navê Îsmet kiliç ku bi bavê xwe re sewal diçêrandin, di encama cismekê ku nehat naskirin di destê wî d teqiya birîndar bû. Îsmet bi helîkopterê anîn navenda bajêr û bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.
Îsmet ê ku piştre ew sewkî amade kirin hat aşkerakirin ku xeteriya wî ya jiyanê berdewam dike.
Derbarê bûyerê de lêpirsîna ku hat destpêkirin berdewam dike.