Şaredariya Silopiyayê dahat û lêçûnên 3 mehan aşkare kir
- 13:13 5 Tîrmeh 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Silopiyayê dahat û lêçûnên 3 mehan a Nîsan, Gulan û Hezîranê ji gel re aşkare kir.
Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Silopiyayê dahat û lêçûnên 3 mehan a Nîsan, Gulan û Hezîranê bi pankartan ji gel re aşkare kir. Şaredariyê pankart li taxan daliqand û ji gel re aşkare kir. Hevşaredarên Şaredariya Silopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavluk berê jî anîbûn ziman ku dê her meh dahat û lêçûnên şaredariyê ji gel re aşkere bikin.
Dahata Şaredariya Silopiyayê ya mehên Nîsan, Gulan û Hezîran a 2019'an, 16 Mîlyon, 912 hezar 096 TL û 67 quriş e. Lêçûnên mehên Nîsan, Gulan û Hezîrana 2019'an jî 13 Mîlyon, 284 hezar, 358 TL û 95 quriş e.
Hevşaredarên Şaredariya Silopiyayê anîn ziman ku dê di mehên pêşiya wan de jî dahat û lêçûnan parve bikin.