6 Kurdên Êzidî ji aliyê QSD'ê ve hatin rizgarkirin
- 13:02 5 Tîrmeh 2019
- Rojane
ŞENGAL - 6 Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê QSD'ê ve hatin rizgarkirin, ew ê derbasî Şengalê bibin û li Weqfa TAJÊ radestî malbatên wan bên kirin.
Di 8'ê Tebaxa 2014'an de di encama êrîşên DAÎŞ'ê de gelek Êzidî bi qirkirinê rû bi rû man. Bi hezaran jin û zarokên Êzidî jî ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibûn revandin. Bi sedan jin û zarokên ezidi ji aliyê QSD'ê ve ji destên DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin. 6 Kurdên Êzidî yên din jî hatin rizgarkirin. 6 Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê QSD'ê ve hatin rizgarkirin, ew ê derbasî Şengalê bibin û li Weqfa TAJÊ radestî malbatên wan bên kirin.
Dê Mala Êzidiyan bi daxuyaniyekê kesên hatin rizgarkirin radestî malbatên wan bike.