Jinên Komeleya Newroz bi jinên Fîlîstînê re civiyan
- 09:18 5 Tîrmeh 2019
- Rojane
BEYRÛT - Bi armanca dewamiya danasîna mijara jin, parastin, wateya îrade û hêza jinê jinên Endamên Komeleya Newroz bi jinên Fîlîstînê re civiyan.
Endamên jin ên Komeleya Newroz ên Beyrûtê di çarçoveya mijara danasîna jinê, parastin û parvekirina wê bi rêxistinên netewên cuda re civînan li dar dixin. Endamên jin ên Komeleya Newroz ên Beyrûtê vê carê bi jinên Fîlîstînî re civîn li dar xistin. Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê nirxandinên mijara jin û parastina ji aliyê Endama Rêveberiya Komeleya Newroz Henan Osman ve hat kirin.
'Dive hêzeke jina hevbeş çêbibe'
Endama Rêveberiya Komeleya Newroz Henan Osman wiha dest bi nirxandinên xwe kir: "Pêwîstiya her jinekê bi parastinê heye. Dijmin dema dixwazin êrîşî nirxekî yan jî civakekê bikin di destpêkê de berê xwe didin vîna jinê, ji ber ew dizanin a ku civakê li ser piya dihêle jin e. Ji bo ku civak ji kokê de were windakirin û di nav de jî çand, ziman, hebûna wê civakê were helandin kiryarên dûrî mirovatiyê li ser civakan didin meşandin. Ji xwe em bêjin jinên Fîlîstînê jî ne dûrî vê yekê ne, yanî bi salaye welatê wan hatiye dagirkirin gelek ji wan ji warê xwe hatine koçkirin ji nasnameya xwe hatina dûrxistin ji ber ew hêza ku van jinan bi rêxistin bike û wan fêrî tekoşînê bike tune bû. Ji bo wê jî divê hêzeke jinan hevbeş çêbibe da ku bikare rê li pêşiya deshilatdariya li ser tevahî jinan bigire."
'Gerek jin tenê xeta azadiyê ji xwe re hilbijêre'
Di nava nîqaşên xwe de Henanê bal kişand ser tecrûbeya jina Kurd di xeta xweparastin û tekoşînê de û bi taybet jinên li Rojavayê Kurdistanê û wiha axaftina xwe bi lêv kir: "Niha mijara me a girîng xweparastin e. Di Rojavayê Kurdistanê de jinê çawa xwe parast?, Sedemên xwe parastinê çibûn? Di civak û sîstemê de jin çiqas dikare li ber xwe bide? Di heman demê de jin di mijarên siyasî de çiqas dikare bibe xwedî misyon û têkoşîna xwe mezin bike? Pêwist e em van tecrubeyan li ber çavan derbas bikin û bînin gel hev û ji van tecrûbeyan têkoşîna xwe xurtir bikin. Ji bo welatekî azad jineke azad gerek em bigihêjin asteke pir bilind. Divê jin tenê ji xwe re xeta azadiyê hilbijêr e."
Civîn bi pirs û bersivên jinan bi dawî bû.