Asli Dogan: Me baweriya xwe ya serkeftinê her tim zindî girt
- 09:15 5 Tîrmeh 2019
- Rojane
STENBOL - Asli Dogan a ku piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kir, pêvajoya grevê nirxand û got: “Vê berxwedanê nîvê sedsalê derbas kiriye. Her kesî li gorî hişmendî, nêrîn û keda xwe berxwedan mezin kir. Çavkaniya moralê berxwedana me ya îro, kevneşopiya berxwedana zindana mezin a Amedê ye."
Girtiya bi navê Asli Dogan a li girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê girtiye, di 1’ê adarê de li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ket greva birçîbûnê û di 30’ê nîsanê de jî çalakiya xwe veguhert rojiya mirinê. Piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê di 26’ê gulanê de hatin bi dawî kirin. Asli Dogan der barê grev û rojiya mirinê de ji ajansa me JINNEWS’ê re axivî.
Nameya Asliyê wiha ye:
"Ger em gotina ‘dîrok niha ye’ esas bigirin û têkiliya wê ya dema borî û niha rast şîrove bikin, em ê baştir wateyê bidin berxwedana dîrokî ya îro. Divê vê vê pêvajoya bi têkoşînê tijî mirov çawa binirxîne? Biryara Hevala Leyla, veguherî destanê. Çalakiyên fedayî yên kom bi kom, kes bi kes, cih bi cih zêde bûn û rihê hevpar yê bi heybet ava kir. Dayikên Laçiksipî, bi wijdanekî mezin xwedî li berxwedanê derketin û bi kedeke mezin gihiştin berxwedanê. Divê em dema dîrokî ya di berxwedana me ya dîrokî de vejiya jî bi bîr bînin. Divê em ji gelek aliyan ve binirxînin. Ger em gotina ‘dîrok niha ye’ esas bigirin û têkiliya wê ya borî û ya niha rast ava bikin, em ê baştir wateyê bidin berxwedana dîrokî ya îro.
Gel her tim bi tunebûnê re rû bi rû man
Ev şaristaniya em îro lê dijîn, xwe li ser sê tovan şîn kir. Em van wek; hiyerarşî, desthilatdarî û dewlet dikarin bigirin dest. Hiyerarşî bi hîle û derewan, desthilatdarî; bi zext û zorê, dewletê jî bi binpêkirina mafan û xespê xwe li ser civakê ferz kir. Encama van her sê xalan jî şer bû. Di seranserê dîroka şeran de gelên bi dewlet û bê dewlet, rastî her cureyê çavsoriyê hatin. Gel rastî operasyonên tunekirinê hat. Gelan li dijî van operasyonan carna serî hildan, carna rabûn ser piyan û carna jî dûr ketin. Lê dîsa jî hebûna xwe dan jiyîn.
Pirsgirêka kurd û tirk bi salane neçareseriya xwe didomîne. Tevgera Azadiya Kurd ji salên 90’î de ket hewldana agirbestê. Lê Dewleta Tirk jî ev diyalog her tim bê encam hişt. Di 12’ê îlona 2012’an de geşedanên girîng çêbûn. Bi taybet di 3’yê çileya 2013’an de bi muxatabiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya çareseriya demokratîk hat destpêkirin. Ji bo hewaya aştiyê bê afirandin metna çareseriyê bi sê beşan ji raya giştî re pêşkêş kir. Rêberê Gelê Kurd li hemberî vê pêvajoyê hêvîdar bû ku hemû kes amade bin, berpirs bin, xwedî helwest bin û aktîv tevlî pêvajoyê bibin.
Li şûna aştiyê di şer de israr kirin
Bi taybet hewcedarî bi afirandina hêzeke siyaseta demokratîk hebû. Çavê hemû civakên Tirkiyeyê û cîhanê li pêşketina vê pêvajoyê bû. Dihat payîn ku hemû biryarên bi hev re hatine girtin bihata cih. Pêngava ewil a pratîk ya pêvajoyê ev bû ku Tevgera Azadiya Kurd leşkerên Tirk yên dîligirtî bên berdan, aliyê Tirk jî girtiyên nexweş ên di girtîgehê de berde. Rêberê Gelê Kurd, li gel nêzîkatiyan, bi guman nêzî pêvajoyê nebû û leşkerên dîlgirtî hatin berdan. Her wiha Tevgera Azadiya Kurd biryara vekişîna hêzên xwe da û vekişiyan. Dîsa ji Tevgera Azadiya Kurd komek aştiyê hat Tirkiyeyê. Lê dewleta tirk girtiyên nexweş bernedan, çêkirina qerekolan zêde kir û li gel protestoya gel a demokratîk çek hatin bikaranîn. Tevî her tiştî ji bo saziyên sivîl ên civakî, partiyên siyasî, rêxistinên jinan, aliyên akademîk, nivîskar, hunermend, komele û her aliyên civakê tevlî pêvajoyê bibin hewldan hatin kirin. Bi taybetî ji bo ev bi rêk û pêk pêk bê, bi pêşniyara Rêberê Gelê Kurd û qebûlkirina heyeta dewletê re, 'Heyetek Aqilmendan' ji kesên pêşengên civakê pêk dihat hat avakirin. Rêberê Gelê Kurd ji bo çarçoveya pêvajoya çareseriyê berfirehtir bihêle û peşniyara lidarxistina konferansan kir. Konferans li 7 herêman pêk hat. Piştî deklerasyona Qesra Dolmabahçeyê şûnde bi înkarkirina dewleta tirk re pêvajo xitimî. Dewletê ‘plana têkbirinê xist’ dewerê û li şûna aştiyê di şer de israr kir.
Di rûpelên dîrokê de vîna berxwedanê...
Dewletê ji bo Cizîr, Nisêbîn û Sûrê ji rûyê erdê paqij bike, derfetên şer yên dewletê xist tevgerê. Tu welatên cîhanê mudaxaleyî vê nekir û şer temaşe kirin. Gelê Kurd tu car evqas tenêbûn nejiya bû. Tevî van nêzîkatiyan vîna berxwedana kurd di rûpelên dîrokê yên bi heybet de cih girt. Bi operasyonên KCK’ê kesên ji aliyê gel ve hatibûn hilbijartin hatin girtin. Qeyûm tayînî şaredariyan kirin û şaredar hatin girtin. Saziyên jinan hatin girtin. Tabelayên Kurdî hatin rakirin. Peyker hatin rakirin û texrîpkirin. Êrîşî cenazeyan, goristanan kirin, cenaze birin morgên ku nayên zanîn. Nehiştin cenaze bên şûştin û definkirin. Operasyonên hewayî û bejayî jî ji xwe tu car bidawî nebûn.
Xwestin xeleka bêdengiyê ava bikin
Îmralî heta niha xistin xeleka bêdengiyê. Xwestin bidin jibîrkirin. Ji bo vê jî serî li her rêyê dan. Bi nêzîkatiyên kêfî û siyasî, pêvajo meşandin. Lê heqîqeta ku tu tişt vê têkoşînê nikare bide sekinadin, xwe ferz dikir. Heta niha nehiştin ku rêbereke kurdan bi kurdan re bijî, bi komployan re rû bi rû man, hatin qetilkirin û hatin darvekirin. Îro jî Rêbertiya me di bin tecrîdê de ye. Yê ku rûhê nû da, fikra feraseta jiyana nû da gelê me Rêbertiya me ye. Sûcdarî û derewên li ser navê kurdan hatin kirin ji aliyê Rêbertiya me ve hain têkbirin. Yê ku nasnameya Kurd bi cîhanê re da nasîn ew bû. Ji ber vê jî xwedî derketina li Rêbertiyeke wisa, şansê herî bi nirx e.
Baweriya serkeftinê her tim zindî bû
Divê em tu car nehêlin ku di nav tecrîdê de bê tecrîdkirin. Êdî ji wî dûr mayîn jî ne li gorî me ye. Ji ber vê jî berxwedana me di vê rastiya dîrokî de hat destpêkirin. Ev berxwedan nîvê sedsalê derbas kiriye. Her kesî li gorî hişmendî, nêrîn û keda xwe berxwedan mezin kir. Çi dibû bila bibe, israra me ya bi serketina şikandina vê tecrîdê mezin bû. Ruhê moral û maneviyatê afirandibû jî ji berxwedanê re dibû coş. Me baweriya xwe ya serkeftinê her tim zindî girt. Çavkaniya moralê berxwedana me ya îro, kevneşopiya berxwedana zindana mezin a Amedê ye. Destkeftiyên berxwedana rojiya mirina mezin, bi xwe re pêngava 15’ê Tebaxê da destpêkirin. Vê pêngavê jî dîrokek afirand. Tenê em cesaret, israr û têkoşîna destkeftiyê bidin. Di vî alî de ez dixwazim bêjim ku em di bendewariyek mezin de ne.
Em xwediyên berxwedanên gelek mezin in. Me ev bi berxwedana dîrokî ya dawî nîşan daye ku çiqas watedar û bi nirx e. Li dijî her cureyê rêbazên şer, xwediyê hişmendî û îradeyek xurt, hesta herî xweş ya serbilind dide me. Ez dixwazim diyar bikim ku ev hest wê deskeftiyên berxwedana zindana Amedê mayîndetir bike.