Edaleta ku 3 sal şûnde hat: Xwezî beriya qetilkirinê tedbîr bihata girtin
- 09:14 5 Tîrmeh 2019
- Rojane
WAN - Ji bo Cahît Çobandede yê Sîbelcan Çobandede qetil kir, 3 sal şûnde muebeta giran hat dayîn. Dayika Sîbelêcan, Zozan Yilmaz cezayê hatiye dayîn nirxand û got: “Kujerê keça min 200 sal ceza jî bigire kêfa min nayê. Xwedî beriya bê qetilkirin tedbîr bihata girtin.”
Li gundê Şahmaniz a Elbaq a Wanê di 31’ê Gulana 2016’an de Cahît Çobandede hevjîna xwe Sîbelcan Çobandede qetil kir. Rûniştina biryarê hefteya borî li 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê hat dîtin. Ji bo Cahît ji ber ku kes ji qestî û plankirî kuştiye cezayê muebetê hat dayîn û her wiha ji ber li mala dayika Sîbelê berê çekê daye Zozan Yilmaz jî 9 sal ceza hat dayîn.
Sîbelcan di 6 mehê zewaca xwe de rastî her cureyê şîdetê hat. Sîbelcan di pêvajoya zewicandî bû got ‘dibe ku her tişt sererast bibe’ bêdeng ma. Piştî ku Cahît şîdet berdewam kir, Sîbel çû malbata xwe û tevî hewldanan nexwest vegere malê. Cahît di 31’ê Gulana 2016’an de bi ser mala bavê Sîbelcanê de girt û ew qetil kir. Dayika wê Zozan Yilmaz balkişand ser cezayê li Cahît hatiye birîn û got: “200 sal jî bidana kujer ez kêfxweş nabim. Pêşî li mirina keça min nehat girtin, ez cezayê hatiye dayîn çi bikim.”
‘Zîhniyeta nehişt keça min bijî bila ew jî heman êşê bikşîne’
Zozanê got: “Me malbat nas nedikir. Dema xwestin me ji derdorê malbat pirsîn. Kesî tiştekî neyînî negot. Min keça xwe bi destê xwe kir bûk. Me cihîzê xwe çêkir. Lê Cahît rojek xweş bi keça min neda jiyîn. Hêvîdar im ew jî bi vî awayî can bide. Piştî keça min zewicî em çûm mala wan. Rewşa wan balkêş bû. Keça min bi fikar bû. Min got ‘çi yê te heye?’ Wê jî bersivek baş neda. Çavên wê mor bûbûn. Min pirsî got ‘ji dolaban kuşxane ketine li wê ketiye’. Dilê me rehet nekir. Em vegeriyan malê. Lê dilê me ne rehet bû. Lê me got tiştên navbera jin û mêr de ne. Me nexwest em mudaxale bikin. Lê cara dawî keça min hat, bê çare mabu û mijar got.”
‘Keça min li ber çavê min hat qetilkirin’
Zozanê destnîşan kir ku keça wê herî dawî hatiye mala wan û got: “Rastî îşkenceyê hatibû. Heta Cahît tehdîd kiriye û gotiye tu ji malbatê re bêjî ez ê birayê te bikujim. Wê jî negotibû. Ji ber şîdetê zarok ji ber çûbû. Me Sîbel bir bijîşk. Keça min li ber çavên min kuştin, me pêşî nikaribû lê bigirin. Dadgehê jî heman êş bi me da jiyîn. Lê cezayê muebetê lê hat birîn. Ez hêvîdar im hemû kujer cezayên wisa bigirin. Bila ev ceza ji yên din re mînak be.”