Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serîlêdan kirin
- 12:01 4 Tîrmeh 2019
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûsa dan.
Ji Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Nevroz Uysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç, bi boneya li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parezerên Abdullah Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal, piştî 8 salan di 2'ê Gulanê, 22'ê Gulanê, 12'ê Hezîranê û 18'ê Hezîranê de, bi Ocalan re hevdîtin kiribûn.