Şaredariya Mîdyadê 'Melekê Tawis' ji xwe re wekî talûke dît

  • 11:04 4 Tîrmeh 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Şaredariya Midyadê ya di destê AKP'ê de ye Melekê Tawis a Êzidiyan temsîl dike ji logoya şaredariyê derxist. 
 
Şaredariya Midyadê ya di destê AKP'ê de ye Melekê Tawis a Êzidiyan temsîl dike ji logoya şaredariyê derxist. Do logo li ser medyaya civakî hat parvekirin. Li ser aliyê logoyê ya di 1890'an de sembolên aîdî olên Êzidî, Suryanî û Mislimantiyê hebûn. Di logoya şaredariyê ya niha de tenê wêneyê camî û dêrê hene. Di logoya berê de çana dêrê ji mînareya camîyê dirêjtir bû lê niha di logoya nû de mînareya camiyê ji çana dêrê mezintir e. Vê yekê jî bal kişand.