Li girtîgeha Panosê binpêkirina mafan berdewam e
- 10:38 4 Tîrmeh 2019
- Rojane
AGIRÎ - Li Girtîgeha Tîpa L a Panosê piştî greva birçîbûnê hat diyarkirin ku xwarinê nadin girtiyan û piştî dan û stendina li kantînê ya girtiyan jî bi ser qawîşên wan de tê girtin û xwarina ku girtî ji bo xwe ji kantînê digirin tê desteserkirin.
Li Girtîgeha Tîpa L ya panosê ku her roj bi êrîşên lê ser girtiyan di rojevê de ye, li van binpêkirinên mafan yên nû tên zêdekirin. Li girtîgehê herî dawî lêdan li girtiyan hatiye kirin, her roj bi êrîşên rêveberiya girtîgehê re rûbirû hatine hiştin û tundiya li girtiyan ku tê kirin li vê girtîgehê bi hemû hêza xwe berdewam dike. Girtiyên li girtîgehê diyar kirin ku ger titştek bê serê wan berpirsiyar mudurê girtîgehê û rêveberiya wê ye.
Di hevîdtina vekirî ku duh li girtîgehê hat kirin de hat diyarkirin ku tundî li xizmên gitiyan ên çûn hevdîtinê hat kirin û bi lêgerîneke wekî tacîzê re rûbirû hatine hiştin. Xizmên girtiyan diyar kirin ku rêveberiya girtîgehê hevdîtina girtiyan a bi xizmên wan re veguherandiye dojehê û ji bo ku kes nebên hevdtina xizmên xwe tundî di asta herî jor de berdewam dike. Lê xizmên girtiyan anîn ziman ku çi dibe bilar bibe ewê di hemû şert û mercan de biçin serdana xizmên xwe û tundî wan bêzar nake. Herwiha xizmên gitiyan diyar kirin ku pitî greva birçîbûnê li ser peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye bidawîkirin jî xwarin êdî nema ji girtiyan re tê dayîn û xwarina ku ji bo xwe ji kantînê digirin jî piştî bi ser qawîşên wan de tê girtin ji wan tê girtin.
'Divê li dijî bêhiqûqîya tê kirin gav bê avaêtin'
Xizmên girtiyan piştî çûn hevdîtinê derbarê binpêkirina mafan ku tê kirin de ev tişt gotin: "Piştî greva birçîbûnê bi dawî bû êdî rêveberiya girtîgehê nema xwarin da girtiyan. Di xwarina ku dihat dayîn de jî her cure madeyê biyanî hebû. Li ser vê girtiyan ji bo xwe ji kantînê dan û stendin dikir, lê piştî vê dan û stendina tê kirin bi ser qawîşan de tê girtin û çi xwarina heyî hebe tê desteserkirin. Ji bo vê desteser kirinê jî wekî hincet ji aliyê girtîgehê ve tê gotin ku qedexe ye. Ger ku qadexe ye çima tê firotin. Li girtîgehê hemû alavên ku pêdiviya girtiyan pê heye xirabe ne û pirsgirêka gitiyan a ava qirêj jî berdewam dike. Em dixwazin ku demildest dawî li van pêkanînan bê. Divê siyasetmedar, hiqûqnas û rêxitinên saziyên sivîl li dijî van binpêkirinên mafan ên li girtîgeha Panosê bikevin tevgerê."