Jina paşê xwe da Erdogan: Bersiva hemû kesên bindest bû
- 09:09 4 Tîrmeh 2019
- Rojane
STENBOL - Jina bi navê Rukiye Şîmşek a di hilbijartinên Stenbolê de dema Tayyip Erdogan dengê xwe bi kar dianî, paşê xwe da Erdogan diyar kir ku wê demê ne pêkan ku bû bi wî re li heman alî li heman objektîfan binêre û got ev encama fikr û nêrînên wê bû.
Di hilbijartinên 23’ê Hezîranê yên Stenbolê de yek ji dîmena ku herî zêde hat axaftin ya jina bi navê Rukiye Şîmşek bû. Hemû kesên di sindoqa ku Tayyîp Erdogan de dengê xwe bi kar anî û bi ken poz dan, wê berê xwe neda Erdogan.
Wêneyê Rukiyeyê jî tê de cih girt, di çapemeniyê de belav bû. Ji jinan jî piştgiriyek mezin girt. Rukiye wek jina ‘paşê xwe da Erdogan’ hat nasîn. Rukiye ji 2010’an heta niha endama Mala Gel a Kadikoyê ye, di heman demê de aktîvîsta Tora Parastina Jinan û têkoşîna jinan e.
‘Ez di sindoqa ku deng dihat bikaranîn de peywirdar bûm’
Rukiyeyê tiştên wê rojê hat jiyîn wiha vegot: “Me tora muşahîdên dildar ava kir. Berê jî me piştgiriya peywirdarên sindoqê da HDP’ê. Ez jî peywirdar bûm. Gotin Erdogan di sindoqa 3300’an dengê xwe bi kar tîne. Ya ez li ser peywirdar bûm jî ew sindoq bû. Li riya dibistanê bariyer hatibûn danîn. Her tiştên me lêgerîn dikirin. Em wisa ketin dibistanê. Ewlehî hebû. Deriyê ku Erdogan diketê jî cuda bû. Saet di 12’an de hat. Min pusula dida hilbijêr. Her kes ket nav kelecanê. Em rabûn ser piyan. Me zerf û pusula dayê. Tercîha xwe kir. Dema dengê xwe avêt sindoqê serê min di ber min de bû. Min nexwest ez li wî alî binêrim. Ez wê demê nikarim tarîf bikim. Ne pêkan bû ku ez rewşa rihê xwe vebêjim. Min jî serê xwe da alî din. Ne xema min bû ku wî dengê xwe di sindoqa min de bi kar anî. Tiştên min kir encama tiştên ku min difikirî bû. Min helwesta herî xweş nîşan da. Ez bi rehetiya wê jiyam.”