Arîn a du sale bi dayika xwe re girtiye wê bê tahliyekirin
- 09:04 4 Tîrmeh 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Vesîleya ku ji ber parvekirinên çapemeniya civakî bi du keçên xwe yên biçûk re hat girtin wê bê tahliyekirin.
Li Mêrdînê di sala 2017’an de jina bi navê Vesîle Yuksel ji ber parvekirinên ser çapemeniya civakî bi hinceta ‘propaganda rêxistinê kiriye’ hat girtin û rastî salek û 10 meh ceza hatibû. Piştî cezayê wê hat erêkirin bi keça xwe Arîn Mîrkan a 3 salî û Avesta ya 5 salî re ket girtîgehê. Vesîle ji 15’ê Çile de tevî cezayê wê qedya bû ji aliyê Rêveberiya Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê ve bi hinceta cezayê wê yê dîsîplînê heye înfaza wê hatibû şewitandin û nehatibû tahliyekirin.
Wê îro bê tahliyekirin
Keça wê Aveseta ji ber ketibû 7 saliya xwe berê ji girtîgehê derketibû û Arîn jî di meha Kanûnê de ketibû 5 saliya xwe. Arîn û dayika wê Vesîle wê îro bên tahliyekirin. Vesîleya ku berê li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dima surgunê girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê hatibû kirin. Tê payîn ku Vesîle piştî kar û barên fermî bê berdan.
Çavê Avestayê li riya wan e
Avestayê ku agahî girt ku dayik û xwişka wê tê, li derve bi wêneyên dayik û xwişka xwe riya wan dipê.