ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2019'AN

  • 09:00 4 Tîrmeh 2019
  • Rojev
*Endama Kongreya Star  Edlê Bekî ya ji Kobanê têkildarî têkoşîna li dijî zihniyeta baviksalarî axivî. Edlê diyar kir ku têkoşîna li dijî zihniyeta baviksalarî ji bo siberoja civakê xalek girîng e û wiha got:"Ji ber ku min nexwest mêrek jiyana min bi rê ve bibe, min riya azadiyê hilbijart û li dijî zihniyeta baviksalarî her têdikoşiyam". DÎMEN HEYE 
 
*Vesîleya  ku ji ber parvekirinên çapemeniya civakî bi du keçên xwe yên biçûk re hat girtin wê bê tahliyekirin.
 
*Li Kuçukçekmece ya Stenbolê der barê Mohammed V yê li hember zaroka 5 salî îstîsmara zayendî pêk anî ji 20 salan heta 27 salan doz hat vekirin û rûniştina yekemîn wê di 27’ê Tebaxê de li Dadgeha Cezaya Giran a Bakirkoyê bê dîtin.
 
* Jina bi navê Rukiye Şîmşek a di hilbijartinên Stenbolê de dema Tayyip Erdogan dengê xwe bi kar dianî, paşê xwe da Erdogan diyar kir ku wê demê ne pêkan ku bû bi wî re li heman alî li heman objektîfan binêre û got ev encama fikr û nêrînên wê bû.  DÎMEN HEYE 
 
*Jiyan Ay, li Nisêbînê di dema qedexeyê de hat binçavkirin û girtin, der barê wê de bi sûcdariya ‘Beyî destûr madeya bi xeter li ser xwe hiştin û dest guherin’ 13 sal û 4 meh ceza hatibû birîn û ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve ev li dijî hiqûqî hat dîtin û biryar da ku ji nûve bê darizandin.
 
*Parêzer Funda Ekîn diyar kir ku dewlet di mijara mafê nefeqeyê de beyî li daneyan binêre tevdigerin û jin tên mexdûr kirin. Fundayê wiha got: “Daneyên buroyên alîkariya edlî li ber çavan bê girtin jî hewcedarî bi sererastkirineke wisa namîne.”DÎMEN HEYE