'Ji bo parastin û azadiya jin û civakê ewlekariya jinê heye'
- 15:30 3 Tîrmeh 2019
- Rojane
Civîn Husên-Roj Hozan
QAMIŞLO - Endamên Hêza Ewlekariya Hundirîn yên ku tevlî 2'yemîn Konferansa Ewlekariya Hundirîn a Jinên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê bûn, gotin: " Tu kes nikare rê li pêşiya hêza jinan bigire , wê jin bi hev re welatê xwe azad bikin û jiyana bi rûmet mayînde bikin."
Derbarê 2'yemîn Konferansa Ewlekariya Hundrîn a Jinên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê ku bi dirûşma "Rêxistinkirina ewlekariya hundirîn ya jinê misogeriya parastina azadiya jinên bakur û Rojhelatê sûrî ye", li navenda Çand û Huner a Aram Tîkran a bajarokê Rimêlan ya Kantona Qamişloyê bi tevlîbûna 300 delegeyî, hat li darxistin, Endamên Ewlekariya Hundirîn nerînên xwe ji me re parve kirin.
'Ji bo hêviya jiyana aram hêzên ewlekariya jinê xwedî rol û mîsyon in'
Nûrşan Efrîn duyemîn Konferansa Ewlekariya Hundirîn a Jinên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê li tevahî jinan pîroz kir û got: "Ev konferans ji bo jin û hêzên Ewlekariyê gaveke girîng û bi nirx e. Ji bo hêviya jiyana aram bide tevahî gelan hêzên ewlekariya jinê xwedî rol û misyon in. Ji bo parstin û piştgiriya jinan li hemû qad û di nava hemû xebatan de ewlekariya jin amede bûn û gelek bedel jî dan. Konferansa Ewlekariyê jî li ser bingehek jin û naskirina wateya parastinê hat pêşxistin."
'Civaka ku jin tê de ne pêşeng be ew civak ne azad e'
Nûrşanê anî ziman ku ev meh pir girîng e ji ber hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk hat û wiha dom kir: "Hevdîtina bi Rêber Apo re pêk hat hêz û moralek xurt bi me re çêkir, ku em kar û xebatê xwe di asta herî bilind de pêk bînin. Ya herî girîng ew e ku jin xwe nas bike û bikaribe tevahî jinan himbêz bike û biparêze. Xeta azadî û rastiyê bide şîrovekirin. Ji ber her em dibêjin civak bi pêşengtiya jinê azad dibe, civakek ku jin tê de ne azad be wê ew civak tu carî azad nebe. Em ê jî xwedî li jinan derkevin wan biparêzin, azad bikin."
'Xwesteka me dawîkirina êşa hemû jinan e'
Her wiha Hena Xilêf El-Casim diyar kir ku DAIŞ jiyana wan tarî kiribû û rola jinê tune kiribû û wiha got: "Çeteyên DAIŞ'ê li Tebqayê û tevahî herêmên ku di bin kontrola wan de bûn di reş û tarîtiyê de hiştibû. Rola jin û jiyana wê tune kiribû, hişmendiya herî hişk û hovane li ser jinê dihat ferzkirin . Bi rizgarkirina herêmên me jin bi xwesteka xurt tevlî hêzên Ewlekariyê bûn. Civaka ereb her çiqas girtî bû jî û irf û edatên wê yî cûda hebûn, lê heta astekê me tirsa koletiyê di hindirê xwe de parçe kir. Em nikarin bêjin tam me ew azadî mayinde kiriye, ji ber hîn bandora DAIŞ'ê li ser herêmê maye em dixwazin xelasiyê lê bînin. Jinên ereb êdî xwedî li hêz û îradeya xwe derdikevin bi tevahî netewên li Sûriyeyê re parastinê dikin. Tu kes nikare rê li pêşiya hêza jinan bigire, wê jin bi hev re welatê xwe azad bikin û jiyana bi rûmet mayinde bikin."
'Armanca me parastina maf û îradeya tevahî jinan e'
Cîhan Mustefa jî balkişand ser yekîtiya netewên li herêmê û got: "Îro em parastina jin û civakê dikin. Tevahî jin ji hemû pêkhateyan ji bo parastina axa xwe piştigiriyê didin hev, ji ber jin nikare bê axa xwe bijî. Armanca me parastina maf, îrade, wekhevî û hêza jinê ye. Jin bi jinê xurt dibe û baweriya wê mezin dibe . Em her dixwazin kesayeta jinan pêş bixin. Îrade û hêza jinê her roj mezintir dibe, heta dawî jî em ê xwedî li jinan derkevin, parastina wan bikin."