Li Hewlêrê astengiya li pêşiya rojnamegerên jin hat nîqaşkirin

  • 13:53 3 Tîrmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hewlêrê bi beşdarbûna gelek nûnerên saziyên çapemeniyê mijaran astengiya li pêşiya rojnamegerên jin konferansek hat lidarxistin û jinan destnîşan kir ku divê jin di mekanîzmayên biryardayînê ya medyayê de cih bigirin. 
 
Li navenda Yekîtiya Afretên Kurdistanê ya Hewlêrê bi beşdarbûna gelek nûnerên saziyên çapemeniyê li ser mijara astengî û pirsgirêkên li pêşiya rojnamegerên jin konferansek hat lidarxistin.  Di konferansê de hat nirxandin ku li Herêma Federal a Kurdistanê rêjeya jinên ku di qada medyayê de kar dikin ji sedî 10 heta ji sedî 20'an de ye.
 
Berpirsa ragihandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê Nasik Seîd li ser naveroka civînê ji Rojnews'ê re axivî û wiha got: "Îro di vê konferansê de me dest bi gava yekem a ji bo pêkanîna biryarên xwe dest pê kir. Divê konferansê de pirsgirêk û astengiyên ku dibin sedema sereke û  jin nikarin beşdarî navendên biryardayînê bibin. Di konferansê de ji bo me derkete holê ku hîn civaka Kurd pêwîstî bi hişyariya zêdetir heye. Ji bo baweriyeke divê jin rolek aktîvtir bilîzin. Li navendên medyaya Başûrê Kurdistanê û navendên biryardayînê de cih bigirin." Nasik diyar kir ku wê di pêşerojê de xebatên xwe yên ji bo hişyarkirina civakê zêdetir bikin ku jin tevlî navendên medyayê ya biryardayînê bibin.