245 hezar 825 malperên înternetê hatin astengkirin

  • 13:39 3 Tîrmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Azadiya Ramanê der barê astengkirina malperên înternetê de raporek aşkera kir û li gorî raporê li Tirkiyeyê di sala 2018'an de herî kêm 245 hezar 825 malperên înternetê hatin astengkirin û girtin. Her wiha herî zêde malperên înternetê yên nûçeyan hatin astengkirin.
 
Komeleya Azadiya Ramanê der barê malperên înternetê yên ku hatine qedexekirin de bi navê "Di 2018'an de Astengiya Wep" raporek amade kir. Di raporê de asta azadiya ramanê hat nirxandin. Rapor li ser qedexekirina parvekirinên medyaya civakî, nûçeyên malperên înternetan a sala 2007'an heta sala 2018'an dike. Li gorî raporê di sala 2018'an de 52 hezar 156 ji hêla Dezgeha Ragihandina û Teknolojiya Zanyarî (BTK) ve û bi tevahî 54 hezar 903 malperên înternetê hatin astengkirin. 
 
Di sala 2018'an de 22 malperên bahîs û qumarê hatin astengkirin. Di dawiya sala 2018'an de ji hêla 587 dezgehên cuda ve, 212 hezar 200 biryarên girtina malberan hat dayîn û di encamê de 245 hezar 825 malperên înternetê hatin astengkirin. 
 
'Astengiya tê kirin nayê pirsin' 
 
Her wiha hat diyar kirin ku li welatên cuda li hemberî pornografiya zarok û gotinên nefretê malperên înternetê tên astengkirin, lê li Tirkiyeyê jî herî zêde malbetên înternetê yên ku nûçe didin tên astengkirin û qedexekirin. Di lêkolînê de hat diyar kirin ku di nav 12 salan de astengkirina malbeperan êdî asayî tê dîtin û kesek hesab napirse û wiha hat gotin: "Lîsteya astengkirina malperan tê amadekirin, astengkirin tê pratîzekirin lê kesekî li dijî wê dernakeve û napirse." 
 
Li Tirkiyeyê herî zêde hesabê Twitterê tên astengkirin û tên girtin. Li gorî daneyên operasyona li hemberî medyaya civakî ya Wezareta Karê Hindûrin di navbera 1 û 31'ê çileyê ya sala 2018'an de, der barê 42 hezar 406 hesabên medyaya civakî de lêkolîn hatiye destpêkirin û di nav de derbarê 18 hezar 376 kesan de lêpirsin hatiye destpêkirin.