Kûleyên 350 hezarî yên qayyim dê bên rakirin

  • 13:20 3 Tîrmeh 2019
  • Rojane
AMED - Di dema qayyim de kûleyên bi nivîsa "Tenê miletek, tenê welatek, tenê alek" hatibûn çêkirin. Biryar hat dayin ku kûleyên bi 350 hezarî hatine çêkirin bê rakirin. 
 
Ji aliyê qayyimê bi navê Sinan Başak ê tayînî Şaredariya Licê ya Amedê hatibû kirin, kûleyên bi nivîsa "Tenê miletek, tenê welatek, tenê alek" li navenda bajarê Licê hatibûn çêkirin. Bi hinceta ji bo qezayê talûke ye biryar hat dayin ku kûleyên ji aliyê qayyim ve bi 350 hezarî hatibûn çêkirin bên rakirin.