Di meha hezîranê de 29 jin hat qetilkirin
- 11:59 3 Tîrmeh 2019
- Rojane
ENQERE - Di meha hezîranê de 29 jin hat qetilkirin û 26 jin bi îstismara zayendî û şîdetê re rû bi rû man. Her wiha di meha hezîranê de ji 23 zarok bi îstîsmara zayendî re rû bi rû man. Dîsa bi tevahî di nav 6 mehan de 133 jin hat qetilkirin.
Li Tirkiyeyê her ku diçe qetilkirina jinê zêdetir dibe. Ji ber kêmkirina cezayê û parastina dadgehê ya kujeran rê li ber qetilkirina jinê vedike. Her wiha zimanê medyayê jî di mijara qetilkirina jinê de jî xetereye û zimanê medyayê qetilkirina jinê meşrû dike. Ajansa me wekî mehên borî daneyên qetilkirin, îstîsmara zayendî ya li hemberî jin û zarokan kom kir.
Li gorî daneyên ku me kom kirin di meha hezîranê ya îsal de 29 jin hat qetilkirin. Her wiha 6 mirinê jinan jî bi guman e. 26 jin bi îstîsmara zayendî û şîdetê re, 23 zarok jî bi îstîsmara zayendî re rû bi rû man. Her wiha 4 zarok hat qetilkirin û 2 zarok jî hewldan ku bikujin. Dadgeh ji bo 3 sûcdaran cezayê kêmkirina 'Rewşa baş" da.
Li gorî daneyên Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestinin di destpêka sala 2019’an de heta niha herî kêm 174 jin hatin qetilkirin. Her wiha li gorî daneyên ku me bi dest xistin di sala 2019’an de heta îro herî kêm 133 jin hat qetilkirin. Lê hejmara qetilkirina jinê zêdettir e.