Ji ciwanên Mêrdînê turnuvayên futbol û voleybolê

  • 11:34 3 Tîrmeh 2019
  •  
MÊRDÎN - Meclîsa Ciwanan a Mêrdînê ya HDP'ê ji bo balê bikşînin ser fuhuş û hişbirê ya ku di navbera ciwanan de zêde bûye, dê turnuvayên futbol û voleybolê li dar bixin. 
 
Meclîsa Ciwanan a Mêrdînê ya HDP'ê ji bo balê bikşînin ser fuhuş û hişbirê ya ku di navbera ciwanan de zêde bûye, bi dirûşma "Nebe rajêr azad be" dê turnuvayên futbol û voleybolê li dar bixin. Piştî serîlêdanê dê takimên ku ji 7 asîl û 3 yedek pêk tên dest bi maçê bike. Dê jin wekî takimên xweser an jî tevlîhev bikaribin beşdarî turnûvayê bibin. 
 
Tê payin ku turnuva di demek kurt de dest pê bike.