'Em ê li dijî zihniyeta dagirker têkoşîna xwe mezintir bikin'

  • 10:15 3 Tîrmeh 2019
  • Rojane
Civîn Husên-Şêrîn Zêrevan
 
QAMIŞLO - Jinênên Rojavayê Kurdistanê derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûr de anîn ziman ku ew ê tu êrîş tiştekî ji hêza wan winda neke û wiha gotin:"Em ê li dijî zihniyeta dagirker têkoşîna xwe mezintir bikin."
 
Jinên ku tevlî Konferansa Duyem a Ciwanên Kurd a li Rojava bûn derbarê êrîşên dewleta tirk de axivîn. Jinan bi lêv kirin ku çi dibe bila bibe ew ê li dijî êrîşan tu carî serî netewînin û wiha gotin:"Bi êrîş û gefan dixwazin çavên me bitirsînin lê em kar, xebat û têkoşîna xwe dewam dikin. Em rê nadin dagirkeran."
 
'Ji bo em ji êrîşan re bibin bersivek xurt xebat pêwist e'
 
Endama Koordînasyona Ciwanên Kurd Sêal Elî wiha got: "Ji bo hemû ciwan bibin yek û li dijî dagirkeriyê derkevin lidarxistina konferansên ciwanan girîng e. Ev gavek baş e. Ji bo li dijî êrîşan em xwedî îrade bin xebatên bi vî rengî pêwist in. Rola ciwanan ye sereke ku yekîtiya xwe ava bikin û di nav Partiyên Siyasî yekîtiyek neteweyî ava bikin. Xebatê me niha Rojavayê Kurdistanê didome. Lê em hewl didin ku bi xebatên xwe, xwe bigihêjin ciwanên li ser her çar parçeyên Kurdistanê. Ji bo em ji êrîşan re bibin bersivek xurt xebat pêwist e." 
 
'Em tu carî bê helwest namînin li hember êrîşên li ser xaka Kurdistanê'
 
Sêal bal kişand ser bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li dijî êrîşên dewleta tirk û got: "Bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê nayê qebûlkirin. Em weke ciwan tu carî bê helwest namînin li beramberî êrîşên li ser xaka Kurdistanê."
 
'Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê em her dem di nava hewldanê de ne' 
 
Endama Koordinasiyona Ciwanên Kurd Selma Xabûr  di destpêkê de Berxwedêr Êzda Nûjiyan Êzîdxan ku berî çend rojan jiyana xwe ji dest dabû, bi bîr anî û  got: "Ez û Êzda bi hev re bûn di koordinasiyonê de û ji bo wê jî wek ciwanek Êzidî sekin û xebatê min bi hêz û xurtir dibe. Di destpêka avakirina Koordinasiyonê de me berê xwe da Başûrê Kurdistanê û bi partî û ciwanên wir hevdîtin pêk anî. Xala sereke li ser hat nîqaşkirin. Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê em her dem di nava hewldanê de ne. 
 
'Em ê biryar  û xebatên xwe di xizmeta parastina Kurdistanê de bikin'
 
Selmayê di dirêjahiya axaftina xwe de bal kişand ser Efrînê û wiha got: "Efrîn parçeyek ji Rojavayê Kurdistanê ye, lê dewleta Tirk dagir kir û parçe kir, ev tiştek ne exlaqî û ne mirovahî ye. Eşkere ye ku  armanca dewleta Tirk parçekirina gelê Kurd e. Çi ji me were xwestin em ê ji bo parastina axa xwe bikin. Em ê biryar  û xebatên xwe di xizmeta parastina Kurdistanê de bikin."
 
'Şoreşa ku bi jinê ava bûye ew ê bidome'
 
Endama Tevgera Nûjen a Kurdistanê Şanê Abdullah jî wiha got: "Em her dibêjin ku dagirkeriya dewleta tirk îradeya me lawaz nake. Em hîn bêtir xurtir dibin. Em ê li dijî dagirkeriyê xebatên xwe bidomînin. Em ê yekîtiya neteweyî ava bikin. Şoreşa ku bi jinê ava bûye ew ê bidome."