‘Bi qasî rojnamegeran divê gel jî mafê girtina nûçeyan biparêze’
- 09:16 3 Tîrmeh 2019
- Rojane
ÎZMÎR - Rojnameger Pinar Gayîp piştî 14 meh girtinê bi hepsa malê hat tahliyekirin û got peywira wan ev bû ku mafê girtina nûçeyan a gel biparêzin û li salonên dadgehan jî hewl dane vê vebêjin. Pinarê daxuyakirin ku bi qasî rojnamegeran divê gel jî azadiya girtina nûçeyan biparêzin.
Yek ji xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Etnîk (ETHA) Pinar Gayîp, ji ber nûçeyên çêkir salek û 2 mehan di girtîgehê de ma. Pinar ya bi du hevalên xwe re hat tahliyekirin rastî cezayê hepsa malê hat. Pinar bi du hevalên xwe re piştî hat tahliyekirin bi 7 xebatkarên ETHA’yê re hat binçavkirin û du roj berê jî du kesên ji ETHA’yê re werger dikirin hatin binçavkirin.
Pinarê zext nirxand û diyar kir ku hîna 157 rojnameger di girtîgehê de ne û got divê piştevanî bê zêdekirin.
‘Parvekirina nûçeyan nikare bibe delîl’
Pinarê destnîşan kir ku piştî komkujiya Pirsûsê û hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê şûnde hemû muxalîf rastî êrîşan hatine û xebatkarên ETHA’yê jî ji vê nisêbî xwe girtiye û rastî êrîşên sîstematîk hatine. Pinarê di berdewamiyê de wiha got: “Heta niha xebatkar rastî pêkanînên wek hewldana revandinê, binçavkirin, şopandina polîsan û tehdîdên mirinan hatine. Li mala ku Havva Cuştan û Îsmînaz Temel hatin binçavkirin sê saetan rastî îşkenceyê hatin. Malpera înterneta ETHA’yê rastî sansurê hat. Em bi awayekî dijhiqûqî hatin binçavkirin. Hemû tiştên wek delîl dan ber me nûçe û parvekirina wan a di çapemeniya civakî de bû.”
‘Hepsa malê berdewamiya dijhiqûqê ye’
Pinarê bi lêv kir ku di 5 rûniştin û salek û 2 meh girtina xwe de her tim berpirsyariya rojnamegeriyê vegotine û wiha pê de çû: “Piştevaniya rêxistinên çapemeniyê dadgeh daye zorê. Di mijara tahliyeyê de neçar man. Qaşo tahliye bû lê bi hepsa malê û herî kêm ev pêvajo 4 meh e. Ajansa me diyar e, ger gazî îfadeyê bikirana em ê biçûna. Hepsa malê berdewamiya pêvajoya dijhiqûqî ye. Dema reforma darazê hat aşkerakirin li girtîgehan 157 rojnameger hebûn.
‘Peywira me em mafê girtina nûçeyan biparêzin’
Piştevaniya bi rojnamegerên girtî re, tenê bi rojnamegerên dihatin nasîn sînor ma û got divê çarçoveya vê piştevaniyê bê berfirehkirin û wiha pê de çû: “Divê kolan ji hinek tiştan re serî hilde û ji piştevaniyê qut nebin. Divê nebêjin ku em bikevin piştevaniyê wê em jî bişewitin. Peywira me parastina mafê girtina nûçeyan a gel e. Gel jî dikare bibe gotina rojnamegeran.”