Her gavek şopeke dîrokî ye: Bermahiyên Anî

  • 09:15 3 Tîrmeh 2019
  • Rojane
QERS - Bermahiyên Anî ji gelek şaristaniyan re melovanî kiriye û her sal Anî ji aliyê turîstên biyanî û herêmî ve tê ziyaretkirin. Nermîn Koç û Fîlîz Çevîk ji bo dîtina bermahiyên Aniyê hatin Qersê û diyarkirin ku her gavek şopeke dîrokî ye. 
 
Bermahiyên Anî, sedsal in ji gelek şaristaniyan re melovanî kirine. Bermahiyên Anî 45 km ji bajarê Qersê dûre û di navbera sînorê Tirkiyeyê û Ermenîstanê de ye. Her wiha newala Arpaçay di navbera her du sînoran de heye. Anî di mîrasa UNESCO ya dem demî de cih digire, lê ji bo ku UNESCO yê de mayînde bimîne hewlêdan û xebat didomin. Anî di heman demî de wekî “Bajarê xwedî 1001 dêr” tê zanîn. Li gorî lêkolînên ku li herêmê hatine kirin de 40 dêr û pîrozgeh hatin tespîtkirin. Di dema xanedaniya Ermenî Bagratunî navend bi hêz dibe û hêzeke çandî li bajar ava dibe. . 
 
Bermahiyên Anî û Sûrên ku derdora bajêr diparastin piştî şer û erdhêjiyan zirareke mezin dîtin. Di dava Sûrê de gelek şopên ji Ermen, Bagrutan, Bîzans, Selçukî, Gurcî û Osmaniyan hene. Sûrên ku ji hêla Xanedana Bagratuniyê ve hat çêkirin û Sûr bû şahidê şerên dijwar ya di navbera Bagratunî û Bîzansan û piştre ji Bîzans û Selçukluyan. Her wiha avahiyên ku di nav Sûrê de hatin çêkirin ji hêla avahîsazên Ermenan ve hatin avakirin. 
 
Texrîbatên mezin re rû bi rû man 
 
Ev bajarê li ser Rêya Armûşê hatiye avakirin. Di rûpelên dîrokê de jî wekî navenda herî dewlemend cih digire. Anî di erdhêja sala 1319’an de zirareke mezin dibîne û ji aliyê Tîmur ve tê dagirkirin û pişt re ji bi texrîbateke mezin re rû bi rû dimîne. Li gel texrîbatên heyî şerê ku di sala1535’an de li hemberî Osmanî û Îraniyan de derketî li vir jiyan hebû. 
 
Di sala 1877’an de dema şerê Rusyayê de ev herêm dikeve di destê Rusyayê de û pişt re ji ji aliyê Osmaniyan ve tê standin. Lê Anî pişt re dîsa dikeve destê Komara Ermenîstanê. Di sala 1920’an de di dema şerê rizgarkirinê de Anî dikeve destê Komara Tirkiyeyê. Tê gotin ku Anî, herî zêde di dema kurê Gagîk di salên 989-1020’an de nifûsa wê bûye 100 hezarî. Her wiha bermahiyên Anî ji aliyê turîstên biyanî ve tên ziyaretkirin.
 
‘Anî ji me re mîrateyeke mezin e’
 
Nermîn Koç ya ku ji Enqereyê ji bo dîtina bermahiyên Anî hatî diyar kir ku divê Anî bê parastin û wiha axivî: "Hatina min a Qersê ew bû ku ez bermahiyên Aniyê bibinim. Bi rastî ji ciheke pir hêja ye. Anî ji gelek şaristaniyê re molavanî kiriye. Anî, mirateyeke mezine divê em xwedî lê derbikevîn û biparêzîn. Gava ku min ev der dît bi rastî ji ez pir bi hêstiyar bûm."
 
‘Her gavek şopeke dîrokî ye'
 
Fîlîz Çevîk a ku her sal li Stenbolê ji bo dîtina bermahiyên Aniya tê Qersê û wiha got:” Ev du carin ez têm Anî yê. Bi rastî ji ev der bi xweşikbûna xwe bandorê li ser me dihêle. Mirov ji ger û dîtina li vir têr nabe. Li vir her gavek şopeke dîrokî ye û hemû şopên şaristaniyê li vir heye. Bi rastî ji ciheke pir hêja ye. Divê her kes bê û bermahiyên Aniyê bibîne."