Mêrê li dibistanê peywirdar ku êrîşa zayendî kir nayê darizandin

  • 09:13 3 Tîrmeh 2019
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Hatibû aşkerakirin ku mêrê li lîseke Cizîrê peywirdar ê bi navê B.E. nêzî 50 zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştine. Sekretera Jinê ya Egitîm Sen a Şirnexê Serap Ok ku derbarê mijarê de agahî da, diyar kir ku derbarê B.E. yê êrîşkar de heta niha tu lêpirsîneke edlî nehatiye destpêkirin.
 
Li navçey Cizîrê ya Şirnexê li Lîseya Anadoluyê hatibû aşkerakiirn ku Mêrê bi navê B.E. ku 4 sale peywirdar û di heman demê de nûnerê dibistanê yê  Egitîm Bîr - Sen a ku Girêdayî Memur - Senê ye nêzî 50 xwendekar bi peyamên li ser telefonê şandin bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştine.  5 xwendekarên ku peyam ji wan re hat peyamên hatin jê nebirin û bi rêveberiya dibistanê re parve kiribûn.  Di dema serlêdanê de xwendekaran diyar kiribûn ku ji van peyaman ji hin hevalên wan ên din re jî hatine lê ew ji ber zextên ku dibe li wan bên kirin bêdeng mane. Herwiha xwendekaran dabû diyarkirin ku hin xwendekarên din jî li dibistanê bi êrîşa zayendî ya fîzîkî a heman kesî re rûbirû hatine hiştin.  Piştî ku bûyer hat aşkerakirin Muduriyet Perwerdeya Millî diyar kiribû wan B.E. ji peywirê dûr xistine.  
 
Herwiha piştî ku mufetişan jî hat li Li heman lîseyê lêkolîn kir û bi xwendekaran re cuda cuda axivîn diyar kirin ku 50 zarokê bi êrîşa zayendî re rûbirû hatine hiştin. Derbarê Mijarê de Sekretera Jinê ya Egtîm  Sen a Şirnexê Serap Ok derbarê êrîşa zayendî ku hat kirin de ji ajanasa me re nirxandin kir. 
 
'Li Dîbistanê di nava 12 rojan de tu tişt nehat kirin'
 
Serap diyar kir ku wan  wekî Egîtîm  Senêderbarê bûyerê de di 11'ê Gulanê de daxuyanî dane û anî ziman ku pêvajoyaeke 12 rojan hatiye berdewamkirin jî heye. Serabê pêvajoya 12 rojan wiha vegot: "Berîya ku em daxuyaniyê bidin pêvajoyeke 12 roj a ku ev bûyer li dibistanê aşkera bûye heye. Piştî ku rêveberiya dibistanê bi bûyerê hay dibe li dibistanê derbarê gûmanbar de lêkolîn tê kirin. Me wekî Egitîm Senê derbarê lêpirsîna ku dibên li dibistanê hatiye kirin de lêkolîn kir.  Lê di encama lêkolîna me de aşkera bû ku tu lêpirsîn nehatiye kirin û li ser vê ji bo ku bersîv ji me re bê dayîn me serî li qeymeqamtiya navçeyê da. Piştî serlêdanê bi rojekê jî me daxuyanî da.  Qeymeqamtiyê ji me re got ku mamoste ji peywirê hatiye girtin. Lê beriya wê di pêvajoya 12 rojan de derbarê gûmanbar tu tişt nehatiye kirin."
 
'Bersuc B.E., nêzî 50 xwendekar bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştiye'
 
Serap diyar kir ku B.E.yê êrîşkar 4 sale li heman dibistanê peywirdar bûye û xwendekar bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştine ûwiha berdewam kir: "Bersuc gelek xwendekar bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştine. Herwiha di vê pêvajoya 12 rojan de jî gûmanbar êrîşa xwe berdewam kiriye.  Zarok bi travmayek mezin re rûbirû man. Mufetişên hatine dibistanê bi xwendekaran re hevdîtin kirine. Di encama vê lêkolînê de derket holê ku nêzî 50 xwendekar bi êrîşê re rûbirû hatine hiştin û gelek xwendekaran jî ji ber zextên wê li wan bên kirin dengê xwe dernexistiye.  Em ditirsin ku hejmara kesên êrîş li wan hatiye kirin zêde bibe. Rûbirûhiştina 50 xwendekaran bi êrîşa zayendî re pirsgirêkek cidî ye. Gelo ev ji aliyê rêveberiya dibistanê ve qet nehat ferqkirin."
 
Dixwazin ser bûyerê bigirin'
 
Serap diyar kir ku derbarê B.E. de lêpirsîna edlî û îdarî berdewam dike û got ku wekî Egtîm senê ew ê şopdarên vê bûyerê bin.  Serap wiha axaftina xwe berdewam kir: "Li gorî hejmara ku hatiye bidestxistin nêzî 50 xwendekaran bi êrîşê re rûbirû mane, lê di dosyaê de tenê 14 zarokan derbarê gûmanbar de îfade daye.  Em gûman dikin ku zarokên din di bin zextan de hatibin hiştin û hatibin tehdîtkirin. Derûniya zarokan jî gelek xirab e û hîna wê trevamayê dijîn.  Di encama lêpirsînên ku derbarê B.E. hatine kirin, tenê di ya îdarî de ji peywirê dûrxistin heye û di lêpirsîna edlî de jî heta niha tu tişt nehatiye kirin. Niha jî tê xestin ku ser bûyerê bê girtin. Em dixwazin ku lêpirsîna edlî bi awayekî baş bê kirin û zarok jî bên parastin." 
 
Serap di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku wekî Egitîm Senê ewê şopdarên vê bûyerê bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê tenê ne şopdarên vê bûyerê bin em ê li gel hemû zarokên ku bi êrîşa zayendî re rûbirû dimînin bin.  Em bang li hemû kesî dikin ku li dijî van pêkanînan hestiyar tevbigerin û bêdeng nemînin."