Nesrîn Akgul: Felsefeya têkoşîna me xwe dispêre qezenckirina jiyana azad

  • 09:12 3 Tîrmeh 2019
  • Rojane
STENBOL - Nesrîn Akgul piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya xwe bi dawî kir. Nesrîn bi nameya xwe ev peyam da: "Bêguman felsefeya têkoşîna me xwe dispêre qezenckirina jiyana azad. Ji bilî jiyana azad jî jiyanek din nîne. Ji bo vê armancê mirinek hebe jî, armanca wê jî dîsa qezenckirina jiyanê ye."
 
Nesrîn Akgul ya li Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê girtiye, li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 16’ê gulanê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Nesrîn, di 30’ê nîsanê de jî çalakiya xwe derxist asta herî jor û dest bi rojiya mirinê kir. Piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya 26'ê gulanê, bi hezeran girtî, bi sedan kesên li derve û 30 girtiyên di rojiya mirinê de çalakiya xwe bi dawî kirin. 
 
Nesrîn Akgul pêvajoya greva birçîbûnê û rojiya mirinê ji ajansa me JIN NEWS’ê re nirxand û diyar ki ku felsefeya têkoşîna wan xwe dispêre qezenckirina jiyana azad. Nesrîn, di nameya xwe de wiha got: "Dayikên Laçikspî, bi hewldana xwe berxwedana li zinanan,  li derve, di navenda siyasetê de dan rûniştandin û pêşiya siyaseta xitimî vekirin. Divê ji vir şûnde jî bibin kirdeya siyasetê. Bêguman felsefeya têkoşîna me xwe dispêre qezenckirina jiyana azad. Ji bilî jiyana azad jî jiyanek din nîne. Ji bo vê armancê mirinek hebe jî, armanca wê jî dîsa qezenckirina jiyanê ye."  
 
Nameya Nesrînê wiha ye; 
 
Çalakî ferqkirina jiyanê ye...
 
Li dijî şaşiyê, şexsê mirovan her tim mirovan berbi çalakiyê ve dibe. Nokteya derketina ewil ya vê çalakiyê ferqkirina jiyanê ye, her wiha îtîrazkirin û li dijî vê derketin e. Bi qasî li dij vê derketin, li gorî heqîqeta xwe ya digihînê re dijîn, hêz û wateya çalakiyê kûrtir dikin. Şervanên heqîqetê îlhama jiyanê ji vê berxwedan û armancê digirin. Ji bo vê jî ji bo bedeldayînê xwe tu carî nade aliyekî. 
 
Jiyan dibe qezenckirina hebûnê bixwe
 
Ji bo jiyaneke bi rûmet, hewceyî bi wêrektiyê û azadiyê tê dîtin, lê tirsa herî mezin jî windakirina wê ye. Bi dîtina rastiyê û li gorî vê jiyîn jî bi wêrektiyê tê qezenckirin. Tirsê jî vediguhere, parastina jiyanê, tedbîrgirtina, der barê vê de sekneke polîtîk. Ne dibe dîlgirtina cesareta kor ne jî dibe tirsa vala. Di şervaniya heqîqetê ya rêbertiyê de diyalektîka qezenckirina jiyanê bi van tê hûnandin û jiyan dibe qezenckirina hebûnê bixwe. Felsefeya bijî û bide jiyîn jî li ser vê tê avakirin.
 
Berxwedana sala 82'yan cesaret da civakê 
 
Tevgera Azadiyê, ji kevneşopiya berxwedana dîroka civakî xwedî dibe, berxwedêriya dide meşandin û rûmetiyeke paye bilind dide qezenckirin. Berxwedana zindana Amedê ya 82’yan cesarete daye civakê. Li Zindana Amedê berxwedaneke mezin hatiye dayîn û deskeftiyeke mezin hatiye bidestxistin. Li dijî teslimiyetê, kesên berxwedan tercîhkirin, hêviya rizgariyê pêk anîne. 
 
Em ji jiyanê pir hez dikin...
 
Berxwedêrên rojiya mirinê dema ber bi şehadetê ve diçûn gotin  ‘em ji jiyanê pir hez dikin. Em bi qasî ku di rêya wê de bimirin ji jiyanê hez dikin’. Bi vê berxwedanê re hişyarbûna vejîna Gelê Kurd pêk tê. Bi vî awayî, bi civakê re nirxên ahlaqî dide qezenckirin, kevneşopiya berxwedanê ava dike. Civak ji bo zîhniyeta hebûnê qezenc bike, dîwarên reş yên faşîzmê li zindanan didin hilweşandin. Zindan ji çar dîwaran derdikevin û vediguherin derfetên jiyana azad. Berxwedana bi pêşengiya Mazlûm, Kemal ,Xeyrî û Sarayan bû sembol. Tenê nabe navê berxwedana li dijî dijmin, di heman demê de azadî û hêviyê jî watedartir dike.
 
Avakirina rizgariya civakê
 
Rêbertî bixwe jî bi berxwedana xwe ya 20 salan a li zindanê, bûye hîndekarê herî baş yê şervaniya heqîqetê. Rêbertî. hema hema nîvê jiyana xwa ya têkoşînê di zindanê de derbas kiriye, hemû mahkumiyet berovajî kiriye û veguhertiye tercîha jiyana azad. Belê bi vê kevneşopiya berxwedana ku Tevgera Azadiyê li zindanan derxistiye holê, di sala 2018’an de ji nû ve ketiye pêngaveke berxwedanê. Dîsa li zindana Amedê bi pêşengiya Leyla Guven ev berxwedan hat destpêkirin û mezin bû û bû pêngaveke avakirina rizgariya civakê. Bi pêşengiya jina Kurd, ji bo pêkanîna rizgariya civakê û her wiha ji bo vê rêyê bûn rêyek. Her wiha di qada polîtîk de jî pêşiya xitimînê jî vekirin. 
 
Çalakiya herî dirêj a dîrokê
 
Berxwedana li zindanan beriya her tiştî bû nirxên moralê û civak jî bi bandor kir. Xwe mezin kiriye û herikandiye derve jî. Veguherî pêngaveke radîkal. Veguheriye çalakiyeke ku hemû nirxan diparêze. Pêl bi pêl bi belavbûna çalakiyê re bûye çalakiya herî dirêj a dîroka Tevgera Azadiyê. Ev biryarbûn, bi hevdîtinên bi rêbertiyê re hatin kirin re gihaşt serkeftinê. 
 
Divê têkoşîna jiyana azad zêdetir bê meşandin
 
Di berxwedana zindanan de, berxwedanên ku heta rojiya mirinê diçin, çalakiyên ku demê ferz dikir bûn. Bi van çalakiyan rastiya jiyana şaş derdixin holê, riya xwegîhandina rêbertiyê vekir. Îrade û biryarbûn bi vê berxwedanê li zindanan derdiket holê. Li zindanan ji 3 hezarî zêdetir girtî di şert û mercên giran de, di pêvajoyeke demdirêj de çalakiya xwe dan meşandin û ger ev serkeftineke dîrokî be, hêza ev serkeftin derxistibe holê, divê di têkoşîna qezenckirina jiyana azad de jî zêdetir bê meşandin. 
 
Dayikên Laçikspî bûn kirdeya siyasetê
 
Dayikên Laçikspî, bi hewldana xwe berxwedana li zinanan,  li derve, di navenda siyasetê de dan rûniştandin û pêşiya siyaseta xitimî vekirin. Divê ji vir şûnde jî bibin kirdeya siyasetê. Ev ferz dike ku bi pêvajoya nû re peywir û berpirsyariyên nû bigirin ser milê xwe û di xeta berxwedanê de tevlî pêvajoya nû bibin. Grevên birçîbûnê, beriya her tiştî şoreşeke wijdanê ya watedar û mezin danîn holê. Kalibên zîhniyetê hilweşandin. Şoreşa zîhniyetê pêk anîn. Ev tê wateya xwedî derketina li bawerî û hişmendiya civaka azad. 
 
Ji bîr nekin û nedini jibîrkirin...
 
Di hişmendîbûna vê şoreşê de bûyîn, nejibîrkirina van pêvajoyên hatine jiyîn û nedejibîrkirin e. Her wiha divê ji rêzê neyê dîtin. Xwegîhandina xeta berxwedan û têkoşînê ya her dem divê esas bê girtin. Lê bi vî awayî em dikarin rêhevaliya, Rêbertî hêvî dikir, bikin û bijîn.