Berxwedana Taxa Şêx Meqsûd

  • 09:06 3 Tîrmeh 2019
  • Rojane
Sara Şêx Hesen 
 
HELEB - Taxa Şêx Meqsûd yek ji taxên kevintirîn û mezintirîn a bajarê Helebê ye. Piraniya kurdên Helebê li vê taxê bi cih bûne. Li vê taxê Gelê Kurd di nava hewldanekê de ne. Her bi jiyanek hevpar li berxwe didin. 
 
Taxa Şêx Meqsûd a Helebê Ku Kurd lê zêde dijî cihekî stratejîk e. Di serdema şer zêde bû gelek koman dixwestin vir bi dest bixin. Lê şêniyên Taxa Şêx Meqsûd ber xwe dan û rê nedan dijmin. 
 
Navê taxa Şêx Meqsûd ji ku hatî ye? 
 
Li gorî kesên temenmezin dibêjin, navê taxê di dema misulmantiyê de lê hatiye kirin. Wê çaxê malbateke kurd hebû, di wê malê de jî  du law hebûn, yek navê wî Meqsûd bû û yê din jî navê wî Taha bû her yek ser girekî dijiyan. Girê Meqsûd lê dijiya, navê gir bû Meqsûd û ji wê nav li taxê jî hat kirin. 
 
Dema avakirina Taxa Şêx Meqsûd de 200 hezar Kurd, Ereb, Tirkmen û Xiristiyan Lê dijîn. Ji ber Taxa Şêx Meqsûd cihekî  stratîjîke, her tim rejîma Sûriyeyê û Artêşa Azad êrîşî taxê dikir.
 
Taxa yekemîn a li dijî Rejîma BAAS'ê serî hilda 
 
Şêniyên Taxa Şêx Meqsûdê di 10'ê Gulana 2012'an Meclisa xwe ava kirin. Berî şoreşa gelan li Sûriyeyê dest pê bike, taxa Şêx Meqsûd gelek caran li dijî sîstema rejîma BAAS'ê serî hilda û têkoşîneke bêhempa dane meşandin. Di serhildana 12'ê Adara 2004'an de rejîm bi hemû hêza xwe ya diktator êrîşî Taxa Şêx Meqsûdê kir, da ku çirûska raperînê di taxê de bide vemirandin. 
 
Bi dijwariya şerê li taxê şehîda yekem jin bû 
 
Bi destpêkirina şoreşa Sûriyeyê şêniyên Taxa Şêx Meqsûdê bi rojane meş li dar dixistin, ji bo  hilweşandina sîstema BAAS'ê. Bi awayekî rojane li taxê kom dibûn û helwesta xwe li hember rejîmê nîşan didan. Cara yekem şerê di navbera şêniyên taxê û pêxwasên rejîmê de derket. Di  10 'ê Adara 2012'an de çalekvana Kongreya Star Gulê Selmo giran birîndar dibe, piştî sê rojan jiyana xwe ji dest dide.
Piştî şehadeta Gulê êdî şêniyên taxê xwe bi rêxistin kirin, leşkerên rejîma BAAS'ê ji taxê qewirandin. Bi heyecana tolhildanê têkoşîna xwe mezin kirin. Dest bi amadekariyên cihên kontrolê kirin. Piştî derketina rejîmê ji taxê, tax dorpêç kir û pêdîviyên jiyanî ser taxê qut kirin. Di 7'ê Hezîrana 2012'an de dema 3 kes ji şêniyên taxê diçin nav zeviyên xwe, sekvanên rejîmê wan qetil dikin.
 
Şêniyên taxê helwesta xwe nîşan dan, ji bo her sê welatiyên jiyana xwe ji dest dane êrîşî benda kontirolê a rejîmê kirin. Di encamê de hejmarek ji leşkerên rejîmê hatin kuştin. Tiştê girîng di vê taxê de rêxistinkirin û hevgirtina gelê wê ye. 
 
Kiryarên rejîmê bi dawî nedibû
 
Piştî derketina rejîmê ji taxê kiriyarên xwe li dijî gel nedan sekinandin, her tim dixwest di navbera xelkê taxê fitine û fesadî bide çêkirin. Ew jî bi riya hin malbetên girêdayî wan bû. Armanca wan malbetan êrîşî xelkê taxê bikin da ku bixin bin kontrola xwe. Şêniyên taxê bi yek helwestê rê li ber êrîşan girtin û di encamê de ew malbat ji taxê derxistin. 
 
Ciwanên taxê tevlî parastina gel dibin 
 
Piştî êrîş û hewildanên rejîmê û komên çekdar ku taxê dagir bikin, ciwanan xwe bi rêxistin kirin û dest bi parastina taxê kirin. Di 19’ê tîrmeha 2012’an de ciwanan du tabûr ava kirin,  da ku taxê biparêzin. 
 
Bombabaran û topbarana rejîmê, di milekî din êrîşên komê çekdar 
 
Di 29’ê Adara 2013’an de taxa Şêx Meqsûdê rastî bombebarenek dijiwar a ji aliyê Rejîma BAAS'ê hat, weke baranê top dibarî ser taxê, gel ji neçarî koçberî ber bi herêma  Efrînê bûn.
 
Piştî rawestandina şer şêniyên taxê xwe bi rêxistin kirin
 
Piştî rawestandina êrîşan û pevçûnan li taxa Şêx Meqsûd dîsa jiyan dewam dike. Şêniyên li wir saziyên xwe ava kirin mîna; mala jinê, saziya zimanê kurdî, çand û huner. Di 25'ê Îlona 2012'an de Heyva Sor li taxê hat avakirin. 
 
Navanda peywendiya jinê ji bo bi rêxistinkirina jinên hemû pêkhateyan, li rex wê jî ji bo fêrkirina zarokan nêzî 7 dibistan hatin avakirin. Hejmara xwendekaran gihaşt 6 hezarî. Ji wan rojan ve jiyan li taxê normal bû û xelkên koçberî derveyê taxê bûbûn hêdî  hêdî vegeriyan.
Di destpêka 2015’an de nêzî 14 komînên giştî û 14  komîn ên girêdayî jinê hatin avakirin. Li kêleka wê jî hêza parastina cewherî û asayîş hat vekirin. 
 
Taxa Şêx Meqsûd bû mînaka jiyana hevbeş û wekheviya gelan. Lewre zêdetirî 14 hezar malbat ji pêkhateyê Sûrî tê de bi cih bûn. 
 
Carek din êrîş pêk hat
 
Di destpêka 2015’an de Rejîma BAAS'ê êrîşî Seken Şebabî kirin ya ku dikeve navbera Eşrefiyê û Şêx Meqsûdê. Di wê bombe baranê de, di 3'ê tebaxa 2015’an de şervana Yekîninyên Parastina Jinê Canda Welat jiyana xwe ji dest dide.
  
Berxwedan  berdewam dike
 
Li hember van êrîş û pilanan her şêniyên taxê bi yek  ruhî li ber xwe didan, beramberî komên çete yên dixwestin taxê dagir bikin disekinîn û derbeyên pir giran li wan dixistin. Pêkhateyên taxê mil bi mil parastina taxê ji her cureyên êrîşan dikirin, her tim îradeya gelê azadîxwaz û berxwedêr bi ser diket.