ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2019'AN
- 09:00 3 Tîrmeh 2019
- Rojev
*Dayika bi navê Fatima Sîdo ya ji Navçeya Bilbilê ya Efrînê li ser hevdîtina wê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re axivî û got: "Em dayikên Efrînê ne em ê her dem li berxwe bidin. Em ê bi fikrên Rêber Apo her berxwedana xwe bidomînin." DÎMEN HEYE
* Jinên Efrînê yên ku li gundewarên Şehbayê bi cih bûne derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûr û Rojava de gotin: "Em ê berxwedana xwe ya li dijî gef û kiryarên dewleta Tirk bidomînin." DÎMEN HEYE
*Taxa Şêx Meqsûd yek ji taxên kevintirîn û mezintirîn a bajarê Helebê ye. Piraniya kurdên Helebê li vê taxê bi cih bûne. Li vê taxê Gelê Kurd di nava hewldanekê de ne. Her bi jiyanek hevpar li berxwe didin.
*Bermahiyên Anî ji gelek şaristaniyan re melovanî kiriye û her sal Anî ji aliyê turîstên biyanî û herêmî ve tê ziyaretkirin. Nermîn Koç û Fîlîz Çevîk ji bo dîtina bermahiyên Aniyê hatin Qersê û diyarkirin ku her gavek şopeke dîrokî ye. BI DÎMEN
*Hatibû aşkerakirin ku mêrê li lîseyeke Cizîrê peywirdar ê bi navê B.E. nêzî 50 zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştine. Sekretera Jinê ya Egitîm Sen a Şirnexê Serap Ok ku derbarê mijarê de agahî da, diyar kir ku derbarê B.E. yê êrîşkar de heta niha tu lêpirsîneke edlî nehatiye destpêkirin. BI DÎMEN
*Nesrîn Akgul piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya xwe bi dawî kir. Nesrîn bi nameya xwe wiha pêyam da: "Bêguman felsefa têkoşîna me xwe dispêre qezenckirina jiyana azad. Ji bilî jiyana azad jî jiyanek din nîn. Ji bo vê armancê mirinek hebe jî, armanca wê jî dîsa qezenckirina jiyanê ye."
* Rojnameger Pinar Gayîp piştî 14 meh girtinê bi hepsa malê hat tahliyekirin û got peywira wan ev bû ku mafê girtina nûçeyan a gel biparêzin û li salonên dadgehan jî hewl dane vê vebêjin. Pinarê daxuyakirin ku bi qasî rojnamegeran divê gel jî azadiya girtina nûçeyan biparêzin. DÎMEN HEYE
*Ciwanên betal diyar kirin ku ji ber betaliya ku her diçe zêde dibe, ew mecbûrî koçberiyê dibin û wiha gotin: “Nirxa nifûsa ciwan li welat tune ye. Di rojeva welat de betalî tune ye. Derfetên me hebin em ê biçin derveyî welat.” DÎMEN HEYE
*Fatma Bostan Unsal ku piştgirî da kampanyaya Platforma Mafê Nefeqa Jinan diyar kir ku pêşniyara ji bo guherîna nefeqeyê birine meclîsê ne rasteqîn e û got AKP’ê baskê ku lê siwar dibe nabire. Berna Laçîn jî destnîşan kir ku ger li welat wekheviya jin û mêr pêk hat, wê demê dikare sererastkirinên der barê şertên nefeqeyê de bê axaftin.