Aktivîstên TJA'yê berpirsiyariyên xwe nîqaş kirin
- 15:56 2 Tîrmeh 2019
- Rojane
AMED - Aktivîstên TJA'yê li avahiya HDP'ê hatin gel hevdu û ji bo serdema pêşiya me li ser peywir û berpirsiyariyên xwe nîqaş kirin.
Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin gel hevdu û civîn pêk anîn. Parlamenterên jin ên HDP'ê yên Amedê, Hevserokên navçeyê, Rêxistina DBP'ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek jin beşdarî civînê bûn. Di civîna ku ji çapemeniyê re girtî pêk hat de jinan mijarên wekî peywir û berpirsiyariya jinan a di nava misyona pêşengiya ji bo civakê de nîqaş kirin.
Piştî nîqaşên berfireh civîn bi dawî bû.