Li Qamişloyê li ser zewaca di temenê biçûk de semîner hat dayîn
- 14:40 2 Tîrmeh 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinê li ser zewaca bi temenê biçûk û bandora wê li ser jinê semînek li Qamişloyê li dar xist.
Bi pêşengtiya Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinê di çarçoveya rêzecivînên hemleya "Jin jiyan e, jiyanê nekujin" de bi alîkariya gelek rêxistin û dezgehên jinê, îro li Meclisa Kantona Qamişloyê semîra derbarê zewaca di temenê biçûk de hat dayin. Bi dehan jin tevlî semînerê bûn.
Semîner ji aliyê endama rêveberiya Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinê Muna Ebd El-Selam hat dayîn. Munayê di axaftina xwe de wiha got: "Divê jin di temenê biçûk de neyên zewcandin, ji ber ku gelek zerarê li derûniya wê dike. Her wiha jin ji mafê xwe yê xwendin û jiyanê dûr dikeve. Divê ku malbat ji bo sedemên wek olî, rewşa jiyanî ya malbatê û kevneşopiyên xwe zarokên xwe di temenê biçûk de nedin zewicandin."
Munayê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser çareseriyê û got: "Divê ku malbat her tim bi zarokên xwe re wek hevalan bin û di nav diyalogê de bin. Em civakê hişyar bikin. Divê jin xwendina xwe berdewam bikin û alîkariyê ji malbatê xwe bibînin."
Hemleya Rêxistina Sara didome.