Li Erxeniyê zarokakê jiyana xwe ji dest da
- 13:49 2 Tîrmeh 2019
- Rojane
AMED - Li Erxeniyê, zaroka 3 salî Zeynep Aslan a di bin televizyona qulipî de ma, jiyana xwe ji dest da.
Li Taxa Îstasyon a navçeya Erxeniyê ya Amedê, televîzyona modela wê ya berê bi ser keça 3 salî Zeynep Aslan de qulipî. Zaroka ku bi giranî birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê, lê ligel hemû mudaxileyan jî zarokê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê zaroka 3 salî ji bo otopsiyê Rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Erxeniyê.