Navên parkên di dema qayyim de hatin guhertin ew ê dîsa lê bên kirin

  • 12:32 2 Tîrmeh 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Qoserê wê dîsa navên berê yên parkên ku qayyim guhert lê bên kirin. 
 
Di çarçoveya civîna Meclîsa Şaredariya Qoserê de biryar hat dayin ku navên berê yên parkên ên ku ji aliyê qayyim ve hatine guhertin dîsa lê bên kirin. Meclîsê navê Navenda Jinê ya Nûda a ku hatibû guhertin dîsa lê kiribû. 
 
Li gor biryara ku hat girtin navên parkan ên berê yên Mehmet Sincar, Ubeydullah Eren, Şeyhdavut Yalçınkaya ve Leyla Qasim dîsa lê hatin kirin.