Bi deh hezaran kes meşiyan Otela Madimakê
- 12:28 2 Tîrmeh 2019
- Rojane
SÊWAS - Di 26’emîn salvegera komkujiya Madimakê de bi deh hezaran kesên li Sêwasê kom bûn, bi dirûşmeya “Em ê hesabê Sêwasê bipirsin" dimeşin Otela Madimakê ya ku komkujî lê pêk hatibû.
Di 2'ê Tîrmeha 1993'an de dema Şahiya Pir Sultan Abdal li Otela Madimak a Sêwasê, ji aliyê komekê ve otel hatibû şewitandin û 33 kesên rewşenbir, nivîskar û 2 personelên Otelê di otela Madimakê de hatibûn şewitandin. Di 26'emîn salvegera komkujiya Madimakê de bi deh hezaran kesên li Sêwasê kom bûn, bi boneya bîranîna kesên hatin kuştin dimeşin Otela Madimakê. Bi pêşengiya Komeleyên Elewiyan bi deh hezaran nûnerên rêxistinên demokratîk û sivîl li pêş Komeleya Çanda Elewiyan a Pir Sultan Abdal (PSAKD) a Sêwasê kom bûn û heta Otela Madimakê dest bi meşê kirin. Bi deh hezaran kesên li pêş Cemxane ya Vakfa Çanda Anadolu ya Haci Bektaşi Velî û Şaxa PSAKD'ê ya Sêwasê kom bûn, dest bi meşê kirin. Nûnerên Komeleya Haci Bektaşi Velî, Komeleya Çanda Alewî, (AKD), Federesayona Alewî Bektaşî (ABF), Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal (PSAKD), Komeleya Divrîgî Koy, Platforma Demokratîk a Sêwasê, HDP, CHP, DBP, Mala Gel, Tevgera Kizilbaş a Şoreşger, Partîzan, Partiya Kedê, (EMEP) û gelek nûnerên rêxistinên demokratik amade bûn.
Girseyên ku li 2 nokteyan kom bûn meşiyan kolana Fidanlikê Girse piştî li vê kolanê gihaştin hev berê xwe dan Otela Madimakê. Girsê di meşê de wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane rakirin û dirûşmeyên “Me Sêwas ji bîr nekir", “Li dijî Faşizmê mil bidin mil", “Pîr sultan namirin, berxwedan mezin dibe" û “Wê hesabê Sêwasê bê pirsîn." berz kirin. Meş bi dirûşmeyan didome.