Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
- 12:09 2 Tîrmeh 2019
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal, Faîk Ozgir Erol, Cengiz Yirekli û Mazlum Dinç, bi boneya li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parezerên Abdullah Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal, piştî 8 salan di 2'ê Gulanê, 22'ê Gulanê, 12'ê Hezîranê û 18'ê Hezîranê de bi Ocalan re hevdîtin kiribûn.