SKM: Me Komkujiya Sêwasê ji bîr nekir û em nadin jibîrkirin
- 12:03 2 Tîrmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - SKM'ê bi minasebata 26'emîn Komkujiya Sêwasê daxuyanî da û wiha got: "Me jinan Komkujiya Sêwasê ji bîr nekir û em nadin jibîrkirin. Ji bo her kesê ku di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest da em ê jin lêgerîna xwe ya ji bo edaletê bidomînin.
Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM), derbarê Komkujiya Sêwasê ku di sala 1993'yan li Otela Madimakê pêk hat de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Otela Madimakê, 33 nivîskar, ozan, ronakbîr û hunermendan jiyana xwe ji dest da û ev tişt hat gotin: "Kesên ku Otela Madimakê dan ber agir bi dehan kes bi awayê zindî şewitandin û gelek ji wan jî birîndar kirin. Wezîê Edaletê yê wê demê û Serok Wezîrê wê demê li dijî komkujiya ku pêk hat gotin,'qezaya me pîroz be' û kujer parastin."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gel 26 sal di ser komkujiyê re derbas bûne jî hîna edalet nehatiye bicihanîn û ev tişt hat gotin: "Di serî de gelê me yê elewî wîcdanê civakê hîna xwîn digirî. Ji ber ku berpirsiyar bi darizandineke wekî xelat hatin darizandin. Ji ber ku civaka elewî li bawerî û nasnameya xwe xwedî derdikev di hemû serdeman de ji aliyê îktîdarê ve bi newekheviyê re rûbirû hatiye hiştin. Ev komkujî hîna li benda edaletê ye. Em ê vê lêgerîna xwe ya edaletê berdewam bikin."