KCD: Em ê tu carî Komkujya Sêwazê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin
- 12:02 2 Tîrmeh 2019
- Rojane
AMED - KCD'ê derbarê Komkujiya Sêwazê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Komkujiya Sêwazê ya ku berdewama pêkanîn û polîtîkayên pişaftin, qirkirin û komkujiyan e, di bingeha xwe de li hemberî gelan, baweriyan, îbadetxaneyan, çandan, hafiza û hebûna wan pêk hatiye.
Di 2'ê Tîrmeha 1993'an de dema Şahiya Pir Sultan Abdal li Otela Madimak a Sêwasê wek hatibû, ji aliyê komekê ve otel hatibû şewitandin û 33 kesên rewşenbir, nivîskar û 2 personelên Otelê di otela Madimakê de hatibûn şewitandin. Têkildarî mijarê de Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) daxuyaniya nivîskî da.
Daxuyanî wiha ye:
"Dewleta Tirkiyeyê di dîroka xwe de li ser gelên Anatolya û Mezopotamyayê polîtîkayên qirkirin û pişaftinê yên herî tarî û qirêj meşandin. Ji van komkujiyan yek jê Komkujiya Sêwazê ya di 2’ê Tîrmeha 1993’yan de li otela Madimakê 35 rewşenbîrên elewî bi awayekî zindî lê hatin şewitandine.
Komkujiya Sêwazê ya ku berdewama pêkanîn û polîtîkayên pişaftin, qirkirin û komkujiyan e, di bingeha xwe de li hemberî gelan, baweriyan, îbadetxaneyan, çandan, hafiza û hebûna wan pêk hatiye. Di encama polîtîkaya avakirina yek civakî komkujiya Sêwazê pêk hat û hişmendiya faşist “herkes tirk e, her kes misilman e, her kes sunî ye, her kes zilam e” ev sedsal in tê meşandin xistin meriyetê.
Bi komkujiyên Dersîm, Gurgum, Çorum, Gazî, Gezî, Roboskê û bi wêrankirina bajar û navçeyên wekî Sûr, Nisêbîn, Gever, Cizîr, Şirnex û hwd. bi hezaran jin, zarok, ciwan, kal û pîr ên li kolanan û di jêrzemînan de bi awayekî hovane hatin qetikirin. Bi van komkujiyan ev polîtika hatiye zêdekirin û kûrkirin.
Hişmendiya ku komkujuya Sêwazê pêk anî, bi tifaqa AKP-MHP’ya faşist derket pêşberî me. Kujerên ku komkujiya Sêwazê pêk anîn û çeteyên DAİŞ’ê yên ku mirovan zindî şewitandin xwedî heman hişmendiyê ne û êdî derket holê ku ev her du alî jî ji bîrdoziya dijminatiya mirovahiyê, nîjadperestî, faşîst xwe xwedî dikin.
Li ser vê komkujiyê bîst û şeş sal derbas bûn û ligel vê yekê jî hêj rû bir û nehatine û ev jî nêrîna bloka faşîst a îktîdarê bi awayekî aşkera radixe ber çavan.
Em 26’emîn salvegera komkujiya Sêwazê bi tundî şermezar dikin. Em di wê baweriyê de ne ku yên çavên xwe ji vê komkujiyê re girtine, yên ku wan teşwîq kirine, hemû aliyên tarî û qirêj li hemberî mirovahiyê, dad û hiquqa gerdûnî bên darizandin û rojên ku hesabê vê komkujiyê bidin nêzîk e.
Divê hemû hêzên demokrasiyê diparêzin li hemberî dîktatoriya faşîst li dora demokrasiyê kom bibin û têbikoşin. Bersiva herî di cih de ya li hemberî komkujeran ev e. Em di baweriya ku hewceyiya lezgîn a gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ev e û em hemû kesên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane û şehîdên demokrasiyê bi minetdarî bi bîr tînin. Em ê nirx û emaneta wan a Demokrasî, Edalet û Azadiyê û têkoşîna xwe bilindtir bikin.
Em ê Tu Carî Komkujya Sêwazê Ji Bîr Nekin û Nedin Jibîrkirin!"